Nasnameyên 4 gerîlayan hatin eşkerekirin
HPG'ê nasnameyên 4 gerîlayên li Zagrosan jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em her çar gerîlayên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."
HPG'ê nasnameyên 4 gerîlayên li Zagrosan jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em her çar gerîlayên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 4 gerîlayên li Zagrosan jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Artêşa Tirk li derdora Çelê –Geverê (Herêma Zagrosê) bi mehan operasyonên giran bi rê ve bir. Bi van operasyonan ji bo herêmên ku hêzên me kiribûn bin kontrola xwe, hêzên me lê serdest bûn bi dest bixin êrîşeke bêperwa anîn. Li van qadan ku bi teknîka herî pêşketî êrîş anîn, bi berxwedana mezin a Gerîlayên me artêşa TC’ê, gavekê jî bi pêş neket û tenê li çend girikan encex karîn xwe bi cih bikin. Hevrêyên me Diyar (Yilmaz Bor), Savuşka (Halîme Gun), Şiyar (Kadrî Çetînkaya) û Tîjda (Fatma Yagmûr) ku berxwedaneke mezin nîşan dan, di navbera 8-15’ê Îlonê de tevî nav karwanê şehîdan bûn. Wan bi lehengiya xwe nîşan dan ku dagirker li van xakan ti caran wê bi ser nekevin û şehîd bûn. Em çar Gerîlayên xwe yên ku şehîd bûne, bi hurmet û minet bi bîr tînin û diyar dikin, em ê têkoşîn wan a ku dewrî me kirine bibin serketinê.
Agahiyê sicîlê yên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ne;
Nasnav: Diyar Gabar
Nav Paşnav: Yilmaz Bor
Cihê Ji dayikbûnê: Adana
Navê Dê û Bav: Sinem - Refik
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8 – 15 Îlon 2016 / Colemêrg
Nasnav: Savuşka Vejîn
Nav Paşnav: Halîme Gun
Cihê Ji dayikbûnê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Meryem - Alî
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8 – 15 Îlon 2016 / Colemêrg
Nasnav: Şiyar Serhat
Nav Paşnav: Kadrî Çetînkaya
Cihê Ji dayikbûnê: Mûş
Navê Dê û Bav: Melike - Ahmet
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8 – 15 Îlon 2016 / Colemêrg
Nasnav: Tîjda Ekecîk
Nav Paşnav: Fatma Yagmûr
Cihê Ji dayikbûnê: Aksaray
Navê Dê û Bav: Adile - Haci
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8 – 15 Îlon 2016 / Colemêrg"