Nasnameyên 3 gerîlayên ku li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dane hatin ragihandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên ku li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dan ragihand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên ku li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dan ragihand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê dabû xuyakirin ku di operasyona artêşa TC de ku 29’ê Tîrmehê li qada gundên Serero û Bêtkarok û Şapatanê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê destpê kir û 2’ê Tebaxê bi qismî vekişiya, bi giştî 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di çalakî û şer de ku zêdetirî 36 leşkeran hatin kuştin, yekîneyên operasyonê ti encam bi dest nexistine. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi bîr xist ku di vê operasyonê de nasnameyên 2 gerîlayên xwe ragihandibûn, têkîldarî 3 gerîlayan jî agahiyên bi detay parve kir.
Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku ji gerîlayên jiyana xwe ji dest dane Evîndar Cûdî berê di xebatên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de cihê xwe girtibû.
Nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Arjîn Elefterya
Nav û Paşnav: Kamer Kirmizigul
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Besna - Cebraîl
Dîrok û Cihê Şehadetê: 31’ê Tîrmeha 2016’an / Colemêrg
Nasnav: Evîndar Cûdî
Nav û Paşnav: Evîndar Îzer
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Halîme - Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
Nasnav: Şevger Welat
Nav û Paşnav: Emrah Bayhar
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Hayriye - Sîracettîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
Di daxuyaniya HPG’ê de têkîldarî jiyana gerîlayan ev îfade cih girtin:
MILÎTANÊ MUTEWAZÎ YÊ BOTANÊ EVÎNDAR
Gundê Gundikê Remo yê ku rayên herî kûr ên Botanê di xwe de vedihewîne, hevrêyê me Evîndar jî di hembêza xwe de mezin kiriye. Evîndar ku di sala 1989’an de ji diya xwe bû û mezin bû, ji nêz ve govanî ji meşa tije azadî û hêvîdar a Apoyiyan re kiriye, jiyaye û di vê rêyê de gelek şehîdên nirxdar ber bi rêwitiya dawî ve bi rê kiriye. Her ciwanekî Kurdistanê yê ku li berpalên Cûdî bi taybetmendiyên serhildêr û enî vekirî mezin bûyî, bûye xwedan van hîsên kûr. Gundikê Remo bi dehan ciwanên Kurdistanê tevlî nav refên gerîla kiriye, li hemberî mêtingeriya dewleta Tirk di nav şerekî çalak de cih girtiye. Weke bi hezaran gundên Botanê, Gundikê Remo jî bûye yek ji wan jîngehan ku dewleta Tirk şewitandiye, kavil kiriye. Gundiyan serî li zextên dewleta Tirk netewandiye û di sala 1994’an de neçar maye ku koç bike. Malbata hevrêyê me Evîndar jî yek ji wan malbatên me yê nirxdar bûye, ku koç kiribûn. Hevrêyê me Evîndar jî weke bi hezaran malbatên me yên Botanê ku neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin, neçar maye ku li Wargeha Mexmûrê bijî, piştî ku dibistana seretayî, navîn û lîse li Mexmûrê diqedîne, ji bo zanîngehê bixwîne diçe Hewlêrê.
Heval Evîndar ku hê ji zû ve têkoşîna dijwar a jiyanê gav bi gav dijî, ji bo tola xwe, têkoşîna xwe watedar bike, tevlî nav xebatên aktîf dibe. Serhildêriya Botanê, rihê wê yê berxwedanê ji xwe re dike pîvana jêneger a jiyanê. Dema ku zanîngehê dixwîne tevlî nav xebatên ciwanan dibe, piştre jî tevlî nav têkoşîna azadiyê dibe. Piştî perwerdehiya ku li çiyayan stand, 2014’an dema ku li hemberî DAÎŞ’ê berxwedan çêbû, gelek ciwanên ku hevalê Evîndar ew bi rêxistin kirin, li hemberî çeteyan ketin nav şerê aktîf û Mexmûr parastin.
Piştî perwerdehiya ji bo bibe mîlîtanekî serkeftî stand û lêhûrbûnan, di nav xebatên Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê de cihê xwe distîne. Weke yek ji şopgerê kevneşopiya ji bo ku gerîlayan û şerê ku li Kurdistanê tê jiyîn ragihîne dinyayê bi kameraya xwe çiya bi çiya digere. Her kêliya gerîlayan ku bi salan bi bêrîkirin ew jiyabû, her hîsa wê helw dide ku di nav kadraja kamera xwe de bi cih bike. 6’ê Tebaxê 2014’an dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş anîne ser Mexmûrê Heval Evîndar jî yek ji wan gerîlayan bû ku mudaxele kir. Weke yek ji şopgerê heval Denîz Firat ku şehîd ketî, bû yek ji wan kesan ku şerê li wir û berxwedana Mexmûr ji bo hemû dinyayê ragihand. Bi qasî salekê j îli eniya Mexmûr-Kerkûkê ya HPG’ê şer şopand. Ji ti şer û pevçûnê xwe paş ve nehişt, di eniya herî pêş de her kêliya şer tomar kir.
Heval Evîndar ku di xebatên leşkerî de jî serkeftî bû, piştî ku di fermandariya Şehîd Rêber Amed de perwerde stand, li qada Xakûrkê, li eniya Şemzînanê gerîlatiya aktîf dike. Li hemberî êrîşên 24’ê Tîrmehê yên ku bi destê AKP’ê û Erdogan, bi polîtîkaya îmha û înkara gelê Kurd pêk anîn jî,di nav pengava gerîla de cihê xwe girt. Ji nêz ve berxwedaniya fedaî ya gerîla dît. Di eniya Şemzînanê de bi coşî û kelecaniyeke mezin tevlî her gavê bû.
Heval Evîndar bû yek ji wan hevalan ku temenê xwe hilm bi hilm jiyayî. Jiyana ku bi mişextiyê nas kirî, bi şoreşgeriyê berdewam kir, kevneşopiya berxwedanê ya gelê me yê Botanê di her kêliyê de jiya. Dema ku di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtî, bi helwesta xwe ya îdeolojîk, rêxistinî, dilnizmî û kesatiya xwe ya kedkarî ve bûye yek ji hevalê mînak ku bal kişandiye ser xwe. Her demê di nav wê hewldanê de bûye ku tiştekî li têkoşînê zêde bike û ji bo hevalên xwe yên piştî xwe re bûye mîlîtanekî wiha ku tim mînaka were girtin.
HEVALÊ ARJÎN KU HÊZA ŞER Û HUNERÊ DERXİSTÎ HOLÊ
Heval Arjîn ku 2011’an tevlî nav refên me yên têkoşînê bûye, bûye yek ji wan hevalê me ye ku hîsên xwe yên kûr ên welatperweriyê bi dengê xwe kiriye huner. Di refên gerîla de her çendî şer û huner teorîze nekiribe jî,bi helwest, tevlêbûn, tarzê têkoşînê û taktîka xwe, ev bi awayekî pratîk pêk aniye. Di demê herî dijwar de bi kilamên xwe ji hevalan re bûye moral. Ji bo ku çanda Kurdan zindî bihêle di nav hewldaneke bêhempa de bû.
ŞEVGER WELAT
Hevalê Şevger ku ji Wanê tevlî nav refên me yê têkoşînê bûye, li hemberî zilma faşîzmê ya li Kurdistanê têkoşîna berxwedanê hilbijartiye û bi vê baweriyê di qadên herî dijwar ên şer de cihê girtiye. Di demeke kurt de pêşketinek bi dest xistiye û hostatiya xwe ya pratîk di refên pêş de li dijî dijmin şer kiriye. Herî dawî li Şemzînane li hemberî operasyona dijmin pêngava gerîla ya hîkar rist daniye ser xwe, heya bi dilopa xwîna xwe ya dawî şer kiriye û ketiye nav karwanê şehîdên azadiyê.
Her sê hevalên me yên ku şehîd ketin jî bi baweriyeke mezin a li Rêber Apo û Gelê me, bi biryardarî şerê xwe kirin û şehîd ketin. Em sond dixwin ku em ê girêdayî bîranînên wan bin, em şehîdên xwe bi hurmet bi bîr tînin.