Nasnameyên 16 cangoriyan hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameyên 16 şervanên YPG/YPJ ên di demên cuda yên sala 2013'an de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameyên 16 şervanên YPG/YPJ'ê yên di sala 2013'an de li herêmên cuda yên Rojava jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Sekna şehîdên Şoreşa Rojava a li hember hêzên dagirker û êrîşkar her tim bûye cihê hêvî û baweriya jiyanek azad û bi rûmet. Ew bi têkoşîna xwe ya pîroz û aştiyane rêya rizgariya gelên bindest ên di tarîtiya serdemê de ronî dikin. Bi bihîstina navê şehîdan jîrbûn, çalakbûn, fedakarbûn û hevaltî dikeve bîra mirovan. Li kêleka van wesfên li cih, dilsoziya pakrewanan bi rêya parastina gelên Kurdistanê heye; di aloziya ku bi rêya ceng û şer di herêmek weke Rojhilata Navîn de tê berdewamkirin, şehîd li beramberî dijminên bê bext dudilî nejiyan e û heta dawiya fîşekên xwe li ber xwe da ye.

Îro em nasnameya şanzdeh hevalên xwe radigihînin ku di demên cuda ên sala 2013'an de, di şerê li dijî hêzên êrîşkar li bajarên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûne. Weke hemû şehîdên azadiya Rojava wan hevalan jî ji bo gelê xwe û ji bo mirovahiyê şer kirin û heta henaseya talîn li ber xwe dan. Di ciwaniya xwe de ji mêrxasan mêrxastir û ji wêrekan wêrektir bûn. Ciwaniya xwe dane vê rêya pîroz û bi ciwanî jî şehîd ketin. Ji ber vê ew ê her tim wekî ciwan di hiş û bîra me de bin, em wan stêrkên xwe yên ciwan tu carî ji bîr nekin û her tim di dilê me de bijîn. Wek Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, em bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînin û soz didin kû heta dawiyê şopdarê rêya we bin.

Nasnameya pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Baran Medya
Nav paşnav: Mihemed Elî Babat
Cihê Ji Dayikbuyînê: Şirnex
Navê Dayikê: Xanim
Navê Bav: Ebdulmecîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Çilaxa, Gunde Sefa 19-08-2013

Nasnav: Cudî Cizîr
Nav paşnav: Emîn Becen
Cihê Ji Dayikbuyînê: Cizîr
Navê Dayikê: Nazîme
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Tirbesipiyê 19-10-2013

Nasnav: Dilşad Amed
Nav paşnav: Elî Narîn
Cihê Ji Dayikbuyînê: Amed
Navê Dayikê: Besîre
Navê Bav: Seyîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Çilaxa, Gundê Ebu Hecer 16-08-2013

Nasnav: Helîn Gerzan
Nav paşnav: Melek Kilîç
Cihê Ji Dayikbuyînê: Bitlîs
Navê Dayikê: Şerbetxan
Navê Bav: Ebdulah
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê, Gundê Elok 16-09-2013

Nasnav: Kamuran Diyadîn
Nav paşnav: Serhed Mert
Cihê Ji Dayikbuyînê: Agirî
Navê Dayikê: Sahime
Navê Bav: Ismaîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Tirbesipiyê, Til Îd 12-11-2013

Nasnav: Kendal Denîz
Nav paşnav: Ebdî Altindag
Cihê Ji Dayikbuyînê: Urfa
Navê Dayikê: Xalide
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Tirbesipiyê, Gundê Mihemed Diyab 12-11-2013

Nasnav: Kendal Rohat
Nav paşnav: Kendal Ulgen
Cihê Ji Dayikbuyînê: Amed
Navê Dayikê: Heyat
Navê Bav: Servet
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê, Gundê Elok 16-09-2013

Nasnav: Kurtay Ferhad
Nav paşnav: Ferhad Uysal
Cihê Ji Dayikbuyînê: Şirnex
Navê Dayikê: Fatime
Navê Bav: Serdar
Cih û Dîroka Şehadetê: Çilaxa, Gundê Yusifiyê 07-08-2013

Nasnav: Lezgîn Pîro
Nav paşnav: Luqman Yakut
Cihê Ji Dayikbuyînê: Şirnex
Navê Dayikê: Sîma
Navê Bav: Mûsa
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo, Til Hemîs 28-12-2013

Nasnav: Mahir Tolhildan Yilmaz
Nav paşnav: Abdulhamit Kurtuluş
Cihê Ji Dayikbuyînê: Mardîn
Navê Dayikê: Menîfe
Navê Bav: Şêxmûs
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Koçer, Gundê Mişêrfa 12-09-2013

Nasnav: Mahsum Lîce
Nav paşnav: Murat Filiz
Cihê Ji Dayikbuyînê: Amed
Navê Dayikê: Nurcan
Navê Bav: Hayrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn, Gundê Qestel Cindo 02-10-2013

Nasnav: Mazlum Çaldiran
Nav paşnav: Mihemed Bilici
Cihê Ji Dayikbuyînê: Wan
Navê Dayikê: Wesile
Navê Bav: Fadil
Cih û Dîroka Şehadetê: Tirbesipiyê, Gundê Til Îd 12-11-2013

Nasnav: Mazlum Lîce
Nav paşnav: Ezîz Akdogmuş
Cihê Ji Dayikbuyînê: Amed
Navê Dayikê: Fatime
Navê Bav: Omer
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo, Til Hemîs 28-12-2013

Nasnav: Rohat Amed
Nav paşnav: Mihemed Beceriklî
Cihê Ji Dayikbuyînê: Amed
Navê Dayikê: Wesile
Navê Bav: Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: Çilaxa, Gunde Rimêla Paşa 11-09-2013

Nasnav: Sêlêna Munzûr
Nav paşnav: Gulşen Demir
Cihê Ji Dayikbuyînê: Samsun
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Yûksel
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo, Til Hemîs 28-12-2013

Nasnav: Seyît Agir
Nav paşnav: Seyît Ateş
Cihê Ji Dayikbuyînê: Antep
Navê Dayikê: Gulseren
Navê Bav: Bihaddîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Çilaxa, Gundê Rimêla Paşa 11-09-2013