Nasnameya gerîlayeke di 1995'an de jiyana xwe ji dest da aşkera bû

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya gerîla Hafîze Demîr bi nasnav Newroz a di 1'ê Nîsana 1995'an de li Herêma Kûtûdere ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya gerîla Hafîze Demîr bi nasnav Newroz a di 1'ê Nîsana 1995'an de li Herêma Kûtûdere ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nameyek ji malbata Demîr re şandin û ji ber derengmayînê lêborîna xwe xwestin.

Komîteyan destnîşan kirin ku Demîr serî rakirina li statuya koledariyê ya dewletên mêtînger li ser gelê Kurdistanê ferz dikin weke wezîfeya bingehîn a mirovahiyê, exlaqî û welatparêziyê qebûl kiriye, bi berpirsyariyeke mezin li dengê wijdanê xwe guhdarî kiriye û bûye xwedî jiyaneke giranbuha. 

Di dewama nameyê de wiha hat gotin: "Ewlada we, rêhevala me Newroz a leheng û bi rûmet, doza azadiyê ya gelê Kurd weke wateya yekane ya jiyana xwe dîtiye û ji roja tevlîbûnê heta roja şehadetê, di her kêliya jiyana xwe de ji bo azadiya welatê me, jiyana azad a gelê Kurd û ji bo cihê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê, bi fedekarî, dilsozî û hezkirineke mezin a ji bo gel, welat û Rêber Apo xebitiye."

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê gotin, "Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê û we re dixwazin. Em êşa we parve dikin û em weke hevalên wê, em jî herî kêm weke we li ber êşa hevala xwe ketine. Em hewl didin ku bibin hêjayê vê çeka wê û vê alê. Hûn hemû endamên hêja ya malbatê em ji we hêvî dikin ku hûn bi sebir û metanet vê şehadeta mezin pêşwazî bikin."

Di nameye de hat ragihandin ku bêyî dayîna berdêlan ti gel azad nebûye û negihaştiye jiyaneke bi rûmet û hat gotin, "Rêya herî rast a dawîanîna li êşan, bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê jî, ji bo bicihanîna armancên wan, hîn bêtir meşandina têkoşînê ye. Bi bilindbûna têkoşînê re şehîdên me jî wê di dilê mezin ê gelê me de bêdawî bijîn" û ji malbata Demîr re hat gotin, "Ji ber ku hûn xwedî ewlad, xwişk û xizmeke mîna hevala Newroz a leheng in, hûn çiqasî pê serbilind bin, kêm e.

Weke gelê herî qedîm ê dîrokê, ji ber ku em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe bi awayekî azad bi xwe diyar bikin, em bi feraseteke serdest a dixwaze hebûn û rûmeta me ji holê rake re rû bi rû ne. Divê her kes pê bawer be, ku li hemberî dijminekî bi vî rengî yê her gavên me yên aştiyane weke qelsiyê dibîne, ji bo şikandina destê me yê aştiyê êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me di pêşerojeke bêrûmet de mehkûm bike, em ê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoş in."