Di encama pevçûnên li bejahiya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê de gerîleyek jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemenî-Rargihandina HGP’ê da zanîn ku 14ê mijdarê di encama peçvûnek li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê de gerîlayek jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “14’ê Mijdarê li navçeya Darahênê ya Çewlikê di navbera gerîlayên me yê li ser wezîfeyekê bûn û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevalê me yê bi navê Memyan Botan – Mustafa Özer bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê.”
Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da wiha ye:
-Mustafa Ozer, bi nasnavê Memyan Botan, li Sêrtê ji dayik bûye.