Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya gêrîlayekî yê di 14’ê Gulanê de di şerekî navbera leşkerên artêşa Tirk û gêrîlayan de jiyana xwe ji dest dayî aşkera kir.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê di demjimêrên şevê yên 24.00’an yên 14’ê gulanê de li nêzî navçeya Xîzana Bedlîsê di navbera leşkerên derketine operasyonê û gêrîlayan de pevçûn derketiye. Di pevçûna ku 2 leşker mirî, 2 cerdevan jî birîndar bûyî de, gêrîlayê HPG’ê yê ji Merîwanê Îdrîs Ferecî (Çekdar Zîlan) sala 1989’an hatî cîhanê jiyana xwe ji dest daye.
HPG’ê aşkera kir ku, Artêşa dagirker ya tirk nekariye berxwedana gerîlayên me bişkîne bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî li herêmê bomberan kiriye. Di encama vê bombebaranê de gerîlayê mey ê birîndar ketiye bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê.