Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê diyar kirin, ku gerîlayê ARGK'ê Mûrat Yener bi nasnav Cûdî yê di 23'ê Çileya 1979'an de li bajarê Montbeliard ê Fransayê ji dayik bû, di 24'ê Kanûna 1994'an de ji Fransayê tevlî refên têkoşîna azadiyê bû û di sala 1995'an de li xaka welêt vegeriya, di Îlona sala 1997'an de li Bajêrganê jiyana xwe ji dest daye.
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ji malbata Yener re nameyek şand û ji ber derengmayînê lêborîna xwe xwest. Di nameyê de hat gotin, "Ewlad û xizmê we rêhevalê me yê giranguha Cûdî, êş û pirsgirêkên gelê me ji nêz ve dîtiye, ev di dilê xwe de hîs kiriye û tevlîbûna li nav refên gerîla ku hêviya azadiyê ya gelê Kurd weke rêya dawîanîna li van pirsgirêkan dîtiye."
Komîteyan destnîşan kirin ku Yener serî rakirina li statuya koledariyê ya dewletên mêtînger li ser gelê Kurdistanê ferz dikin weke wezîfeya bingehîn a mirovahiyê, exlaqî û welatparêziyê qebûl kiriye, bi berpirsyariyeke mezin li dengê wijdanê xwe guhdarî kiriye û bûye xwedî jiyaneke giranbuha.
Di dewama nameyê de wiha hat gotin: "Ewladê we, rêhevalê me Cûdî yê leheng û bi rûmet, doza azadiyê ya gelê Kurd weke wateya yekane ya jiyana xwe dîtiye û ji roja tevlîbûnê heta roja şehadetê, di her kêliya jiyana xwe de ji bo azadiya welatê me, jiyana azad a gelê Kurd û ji bo cihê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê, bi fedekarî, dilsozî û hezkirineke mezin a ji bo gel, welat û Rêber Apo xebitiye."
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê gotin, "Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê û we re dixwazin. Em êşa we parve dikin û em weke hevalên wî, em jî herî kêm weke we li ber êşa hevalê xwe ketine. Em hewl didin ku bibin hêjayê vê çeka wî û vê alê. Hûn hemû endamên hêja ya malbatê em ji we hêvî dikin ku hûn bi sebir û metanet vê şehadeta mezin pêşwazî bikin."
Di nameye de hat ragihandin ku bêyî dayîna berdêlan ti gel azad nebûye û negihaştiye jiyaneke bi rûmet û hat gotin, "Rêya herî rast a dawîanîna li êşan, bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê jî, ji bo bicihanîna armancên wan, hîn bêtir meşandina têkoşînê ye. Bi bilindbûna têkoşînê re şehîdên me jî wê di dilê mezin ê gelê me de bêdawî bijîn" û ji malbata Yener re hat gotin, "Ji ber ku hûn xwedî ewlad, bira û xizmekî mîna hevalê Cûdî yê leheng in, hûn çiqasî pê serbilind bin, kêm e.
Weke gelê herî qedîm ê dîrokê, ji ber ku em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe bi awayekî azad bi xwe diyar bikin, em bi feraseteke serdest a dixwaze hebûn û rûmeta me ji holê rake re rû bi rû ne. Divê her kes pê bawer be, ku li hemberî dijminekî bi vî rengî yê her gavên me yên aştiyane weke qelsiyê dibîne, ji bo şikandina destê me yê aştiyê êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me di pêşerojeke bêrûmet de mehkûm bike, em ê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoş in."