Nasnameya 23 gerîlayan hat aşkerakirin

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 23 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 23 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê nasnameya 23 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bi raya giştî re parve kir. Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Şehîdên me yên di dîroka me ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de pêşeroja gelê me ronî kirin, bi têkoşîna xwe ya lehengî re nirxên me yên azadiyê afirandin, paşeroj, îro jî siberoja me ne. Şehîdên me yên di her roja dîroka me ya berxwedana bi heybet de sekneke berxwedana destanî, meş û lehengiyeke canfedayî nîşan dan, di tevahiya dîroka azadiyê de gelê Kurd û Kurdistanê bi berxwedaneke mezin a ji ruhê azadkirinê tacîdar kirine."

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê got, "Şehîdên me yên ku di nava gelên cîhanê de serê gelê me bilind kirine, îro jî dibin sedem ku em bi rûmetdarî bimeşin" û ev xal destnîşan kir: "Şehîdên me yên ku canê xwe di her demê de bi ruhê Apoyî danîn holê, wê weke pêşengên rasteqîn ê Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad werin bîranîn û bên bibîr anîn. Bi bîr û baweriya 'dilsoziya bi şehîdan bi temsîlkirina rast a wezîfeyên têkoşîna wan dibe' divê em di her kêliyê de, her rojê soza dilsoziya bi wan re bidin û zanibin bi wan re bijîn. Ji ber ku Şehîd li gel me jiyana rasteqîn dijîn. Em parçeyekî wan ê jê nayê veqetandin. Û wezîfeya me ye ku li ser vê bingehê em nirxê pêwîst nîşanî wan bidin.

Bila neyê jibîrkirin: wateya giştî ya hemû şehîdan, dijderketina li jiyaneke vîna dijmin li ser me ferz dike ye. Weke şopdarên baş ên şehîdên xwe yên li dijî jiyana dijmin derdikevin, em ê jî li dijî jiyana mêtînger û dagirker li ser me ferz dikin derkevin û jiyaneke demokratîk û azad ji xwe re esas bigirin.

Pêwîste hemû kêliyên şehîdên me yên berxwedanê, hemû taybetmendî, helwest û gotinên wan, ji bo me weke bang û fermanekê bên fêmkirin û bicih werin anîn."

Komîteyê got, "Em ê her tim dilsozê vê bang û fermanên şehîdên xwe bin û soza jiyanek bi vê dilsoziyê didin" û ev xal destnîşan kir; "Daxwaz û xeyalên wan, heta afirandina Kurdistaneke azad û demokratîk -mîna îro li Kobanê tê dîtin- em ê şerê xwe mîna duh îro jî, sibê jî dewam bikin."

NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE

Mûazzez Can bi nasnav Zozan, di sala 1981'ê de li Nazimiye ji dayik bû, di sala 2001'ê de li Kola Kokê/Qendîlê jiyana xwe ji dest da.

Geyîk Yetîm bi nasnav Çîçek, di sala 1972'an de li Pulurê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li gerdiya jiyana xwe ji dest da.

Îlhan Gultekîn bi nasnav Ferzan, di sala 1974'an de li Dêrsimê ji dayik bû, di 29.06.1993'an de li Şaxê jiyana xwe ji dest da.

Sikti Bûdak bi nasnav Zeynel Zaza, di sala 1974'an de li Çewlikê ji dayik bû, di 27.05.1997'an de li Zapê jiyana xwe ji dest da.

Yakûp Guler bi nasnav Agir, di sala 1979'an de li Bismilê ji dayik bû, di sala 1998'an de li Dorşînê jiyana xwe ji dest da.

Zerîn Kiliç bi nasnav Çiya, di sala 1973'an de li Bismilê ji dayik bû, di 24.04.1994'an de li Omerya jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Selîm Ateş bi nasnav Çiya, di sala 1972'an de li Milazgirê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da.

Rahmî Tokova bi nasnav Delîl, di sala 1975'an de li Xelatê ji dayik bû, di 13.08.1994'an de mi Motkî jiyana xwe ji dest da.

Halîl Klaman bi nasnav Şevger, di sala 1981'ê de li Mêrdînê ji dayik bû, di 19.11.2003'an de li Kizilagaç'ê jiyana xwe ji dest da.

Memdûh Taşçi bi nasnav Rizgar, di sala 1970'yî de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1995'an de li Xerzan/Golavê jiyana xwe ji dest da.

Nîmet Kizilaslan bi nasnav Aslan Mûrat, di sala 1972'an de li Dihê ji dayik bû, di 16.05.1996'an de li Berwarî jiyana xwe ji dest da.

Salih Ûzûn bi nasnav Kendal Tûfan, di sala 1974'an de li Hawêlê ji dayik bû, di 03.02.1999'an de li Mawa jiyana xwe ji dest da.

Şukru Ozer bi nasnav Rifat, li Dihê ji dayik bû, di sala 1997'an de li Xerzanê jiyana xwe ji dest da.

Îskan Demîr bi nasnav Çiya, di sala 1976'an de li Misricê ji dayik bû, di 17.05.1997'an de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Îsmaîl Yilmaz bi nasnav Rizgar, di sala 1974'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1995'an de li Cûdî jiyana xwe ji dest da.

Sabahat Kaya bi nasnav Menal, di sala 1977'an de li Misricê ji dayik bû, di sala 1997'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da.

Tûran Demîr bi nasnav Şiyar, di sala 1974'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1996'an de li Botanê jiyana xwe ji dest da.

Ahmet Vefa bi nasnav Yûsûf Salîh, di sala 1971'ê de li Wêranşarê ji dayik bû, di sala 1998'an de li Goksû jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Guneş bi nasnav Rojhilat, di sala 1971'ê de li Pirsûsê ji dayik bû, di 22.06.1993'an de li Omerya jiyana xwe ji dest da.

Yakûp Bîtkîn bi nasnav Afat, di sala 1976'an de li Wêranşarê ji dayik bû, di 13.03.1998'an de li Amasyayê jiyana xwe ji dest da.

Mûrat Aydogan bi nasnav Sabrî, di sala 1972'an de li Wêranşarê ji dayik bû, di sala 1997'an de li Metîna jiyana xwe ji dest da.

Mûstafa Yildiz bi nasnav Bedran, di sala 1965'an de li Pirsûsê ji dayik bû, di sala 1999'an de li Bajêrganê jiyana xwe ji dest da.

Sûphî Karakûş bi nasnav Şoreş, di sala 1955'an de li Heweng ji dayik bû, di sala 1984'an de li Botanê jiyana xwe ji dest da.