Nasnameya 2 gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin
HPG/YBŞ, nasnameya du gerîlayên di pevçûnên li Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
HPG/YBŞ, nasnameya du gerîlayên di pevçûnên li Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
HPG/YBŞ, nasnameya du gerîlayên di pevçûnên li Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê & Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, nasnameya 2 gerîlayên di pevçûnên Pêngava Azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, bi raya giştî re parve kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li pêşberî wezîfeyên berxwedana dîrokî ya di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de dewam dike de, rêhevalên me Armanc-Eser Gezen û Bawer-Mehmet Korkmaz ên bi coş û dîsîplîn û fedekariyeke mezin xwedî li berpirsyariyên xwe derketin, di dema vê têkoşîna dîrokî de şehîd ketine. Hevalê me Armanc di 14 Sibatê de li cihê berxwedanê şehîd ketiye, hevalê me Bawer jî ku giran birîndar bû, tevî hemû hewldanan nekarî bê rizgarkirin û di 17'ê Sibatê de şehîd ketiye."
TÊKOŞÎN XURT KIRIN
Daxuyaniya HPG/YBŞ'ê wiha dewam kir:
"Hevalên Armanc û Bawer ên di pêngava dîrokî ya li Şengalê de derketin pêş û ruhê milîtanî yên Apoyî temsîl kirin, bi biryardarî û rêbazên jiyana fedaî li refên herî pêş ên berxwedanê cih girtin û bi dildariyeke mezin a azadiyê, têkoşîn xurt kirine. Li pêşberî van nirxên dewrî me hatine kirin em soz didin, ku em ê vê têkoşîna azadiyê ya dîrokî mezin bikin û bi zanebûna şoreşgerî bersivê bidin bîranînên şehîdên xwe.
Fermandarê Pêşmerge yê bi navê Dilşad Ezîz ê di 16'ê Sibatê de di berxwedana Şengalê de şehîd ket, di nava vê pêngava azadkirinê de cihê xwe girt û heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşiya, şehîd ket."
NASNAMEYA GERÎLAYAN
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê & Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê diyar kirin ku nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, "Eser Gezen bi nasnav Armanc Botan ê li Agiriyê ji dayik bû û Mehmet Korkmaz bi nasnav Bawer Garzan ê li Bedlîsê ji dayik bûye" ne.