Namzetên HDP'yî: Em ê bi 8-0 bersivê bidin AKP'ê

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de li taxan civînên gel dewam dikin.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de li taxan civînên gel dewam dikin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê, li taxan xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber dewam dikin. Di civîna li Taxa Şerefiye de, namzetê HDP'ê yê rêza 7. Lokman Ergun, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredarê Îpekyolû Veysel Keser, Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Fadil Bariştiran û Hevserokên Meclîsa Taxê amade bûn.

KESER: KIRIN KU HILBIJARTÎ NIKARIBIN NÊRÎNÊN XWE BILÊV BIKIN

Hevşaredar Keser di axaftina xwe ya li vir de got, "Bi operasyonên siyasî re hem rêveberiyên herêmî hem jî gel xistin wê rewşê ku nema karibin nêrînên xwe bînin ziman." Keser bal kişand ser girtina hilbijartiyan û got, "Eger hilbijartinên vî gelî wê nikaribin nêrînên xwe bînin ziman, hingî çi wateya hilbijartina wan heye? Gelo dixwazin di ser hilbijartiyan re ceza bidin gel? Yekîtî û hevgirtina gelê me, yekane navnîşana çareseriyê ye."

ÇOBAN: YÊN KU JI ME RE GOTIN 'SIYASETÊ BIKIN' ŞER DAN DESTPÊKIRIN

Hevşaredara Bajarê Çoban jî got, "Ji me re gotibûn 'ji çiyê dakevin, werin siyasetê bikin'. Vaye em siyasetê dikin. Di 7'ê Hezîranê de me 80 parlamenter xistin Meclîsê û desthilatdariya ev 13 sal in nedihejiya, ji desthilatdariyê xistin. Ji ber vê êşê, konsepta şer xistin dewrê. Yên ku ji me re digotin, 'werin siyasetê bikin', ji ber vê yekê berê xwe dan şer."

ERGUN: AKP WÊ BERSIVA ZILMA XWE DI SINDOQAN DE BIBÎNE

Namzetê HDP'ê yê Parlamenteriyê Lokman Ergun jî da xuyakirin, ku ew bi çavê serketin an jî bin ketinê li vê hilbijartinê nanihêrin û got, "Mesele, hesabpirsîna ji zilma AKP li gel dike ye. AKP wê bersiva zilma li gel dike, di sindoqan de bibîne." Ergun destnîşan kir ku ew ê bi encama 8-0 li Wanê AKP'ê têk bibin.

Namzeta Parlamenteriyê ya Wanê Yelîz Zozan Yildirim jî li navçeya Artemêtanê esnafan ziyaret dike û tevlî civînên gel dibe. Yildirim di van serdanan de bang li gel kir ku ji bo aştiyê li dora HDP'ê bicive.

...