Muslim: Korîdora însanî nebe nabe

Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim destnîşan kir, ku korîdora însanî nebe nabe.

Serokwezîrê Kantona Kobanê da xuyakirin ku li Kobanê rastiay şer hînê dewam dike, li kolanan bi sedan cesed û bombeyên çeteyan hene û destnîşan kir, ku korîdora însanî nebe nabe. Muslim ragihand ku ji nû ve avakirina bi tenê lêkirina xaniyan nîne û diyar kir ku ji bo xebatên li hemû qadên civakî di serî de ciwanên Kurd divê her kes xwedî li 'bajarê mirovahiyê' derkeve.

Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim ê li ser rewşa dawî ya Kobanê, vegera gel û ji nû ve avakirina bajêr de axivî da zanîn ku li gundên Kobanê hînê şer dewam dike û ji bo bajar bibe xwedî jiyaneke pêwîstî pê heye, xebat dewam dikin.

'GEFA DAIŞ'Ê HÎNÊ DEWAM DIKE'

Muslim da xuyakirin ku bi berxwedana lehengî ya hêzên YPG/YPJ'ê re navenda bajarê Kobanê hatiye azadkirin û got, "Navenda bajêr azad bû, lê hînê rastiya şer heye. Li gundan operasyonên paqijkirinê dewam dikin. Çete hînê dixwazin careke din êrîşî Kobanê bikin." Muslim ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda bajêr derbên giran xwar û têk çûn li gelek malan mayîn û bombe bicih kirine, ev bombe xeteriyeke mezin e û got, "Hêzên YPG/YPJ'ê mal bi mal digerin û van bombeyan bêbandor dikin. Tevî vê yekê, li kolanên Kobanê bi sedan cesedên çeteyan hene. Ev cesed ji aliyê tenduristiyê ve gefê dixwin. Ji bo bajar ji van cesedan bê paqijkirin xebatên şaredariya me û komîsyona tenduristiyê bi berfirehî dewam dikin. Lê belê bajar hînê bi temamî paqij nebûye."

'PÊWÎSTE DI DESTPÊKÊ DE CIWAN VEGERIN'

Muslim da xuyakirin ku li gorî lêkolînên wan ên heta niha ji sedî 80 ê bajar hilweşiya ye û da zanîn ku ji bo Kobaniyî demek ji ya din zûtir karibin vegerin, ew bi şev û roj dixebitin. Muslim diyar kir ku gel vegeriyane gelek gundan û navenda bajêr û got, "Em dixwazin welatiyên me vegerin mala xwe, lê belê niha Kobanê bi vê rewşa xwe re ji bo vegerê ne amade ye. Ji welatiyên me yên sivîl ên vegeriyan Kobanê bi dehan jê ji ber bombeyên DAIŞ'ê yên li malan jiyana xwe ji dest dan. Tevî vê yekê cesedên li kolanan pirsgirêka tenduristiyê bi xwe re tînin." Muslim da xuyakirin ku ji bo ev karê paqijiyê di demeke kurt de bi dawî bibe bang li ciwanan kir ku vegerin Kobanê û anî ziman ku heman piştî karê paqijiyê û tedarikkirina pêwîstiyên jiyanî, ew ê banga vegerê li hemû Kobaniyan bikin.

KAMP TÊ AVAKIRIN

Muslim anî ziman ku yên vedigerin, bi koordîneya yekîneyên asayîşê yên li navenda bajêr, li hemberî xeteriyan diçin gundan û got, "Rojavayê Kobanê ji ber êrîşan gelekî kêm zerar dît û ew der niha hatiye paqijkirin. Em difikirin yên vegerin di destpêkê de li wir bicih bikin. Her wiha me xebatek da destpêkirin ku ji bo gelê xwe lê bicih bikin kampeke mezin ava bikin."

GEL WÊ DER HEQÊ PÊŞNIYARÊN MUZE DE BIRYARÊ BIDE

Muslim da xuyakirin ku ji nû ve avakirina Kobanê bi tenê lêkirina xaniyan nîne û got, "Me komîsyona ji nû ve avakirina Kobanê ava kirin. Di vê komîsyonê de bîst qanên weke tenduristî, perwerde, hiqûqê hene." Muslim bal kişand ser nîqaşên li ser ji nû ve avakirina bajêr û got, "Gelek pêşniyar hene ku temamiya bajêr an jî beşek jê bibe muze. Em ê van pêşniyaran li ber çavan bigirin, lê belê divê em bi gelê xwe bişêwirin. Ji bo ji nû ve avakirinê kîjan biryar xizmetê ji mirovahiyê re bike, em ê li gorî wê biryarê tevbigerin."

BAJARÊ MIROVAHIYÊ KOBANÊ

Muslim anî ziman ku ji bo ji nû ve avakirina bajêr gelek dewletan soz dane wan, lê belê heta niha ti gaveke pratîkî nehatiye avêtin û destnîşan kir ku bi berxwedana xwe re Kobanê ber bi bajarê mirovahiyê ve diçe û divê her kes ji bo avakirina vî bajarî alîkariyê bike.

Muslim ragihand ku ji bo sed hezaran mirovên li Kobanê dijiyan li malên xwe vegerin û karibin bijîn, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê korîdora însanî nebe nabe.

Muslim diyar kir ku armanca wan ne tenê azadkirina Kantonên Rojava, azadkirina tevahiya Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku heta her qad bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê bê paqijkirin wê têkoşîna wan dewam bike.