MOP: Em bi hev re li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin

Partiya Azadiya Mezopotamya (MOP), li dijî polîtîkayên komkujiya AKP'ê, bang li hemû gelan kir û xwest bi hev re têbikoşin.

Partiya Azadiya Mezopotamya (MOP), li dijî polîtîkayên komkujiya AKP'ê û operasyonên qirkirina siyasî bang li hemû gelan kir û xwest bi hevre têbikoşin. MOP, da zanîn ku bi hevre têbikoşin wê bi ser bikevin. Partiya Azadiya Mezopotamya (MOP), daxuyaniyek nivîskî da û polîtikayên AKP'ê şermezar kir. MOP'ê li ser navê gelên Asûrî, Suryanî, Keldanî daxuyanî da û xwest li dijî polîtikayên AKP'ê yekîtî û tifaqa xwe mezin bikin. MOP'ê êrîşa kujer û faşist a li dijî wekilan şermezar kir û wiha got: "Em bang li gelê Suryanî, Asûrî û Keldanî dikin û dixwazin hemû hêzên demokrat li dijî êrîşên dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP'ê bi hev re têbikoşin. Ti carî faşizm bi ser neketiye. Îro jî faşîzm bi ser nakeve. Em di rêya demokrasiyê de bi hev re têbikoşin em ê bi ser bikevin."