'Modela federasyonê rêxistinbûyîneke Rojhilata Navîn e'
Endamê TEV-DEM'ê Alî Dîlok bibîr xist, ku dema federasyon tê gotin DYA, Ewropa, Rûsya tê bîra mirovan, halbûkî modela federasyonê rêxistinbûyîneke Rojhilata Navîn e.
Endamê TEV-DEM'ê Alî Dîlok bibîr xist, ku dema federasyon tê gotin DYA, Ewropa, Rûsya tê bîra mirovan, halbûkî modela federasyonê rêxistinbûyîneke Rojhilata Navîn e.
Endamê TEV-DEM'ê Alî Dîlok bibîr xist, ku dema federasyon tê gotin DYA, Ewropa, Rûsya tê bîra mirovan, halbûkî modela federasyonê rêxistinbûyîneke Rojhilata Navîn e.
Meclîsa Damezrîner a Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê çend roj berê plansaziya xwe çêkir û hin biryar wergirt.
Meclîsa Damezrîner a Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê li bajarê Dêrikê bi komîteyên xwe re civîn lidar xist. Di civînê de 21 endamên Desteya Siyasî û Hevserokên Meclîsa Damezrîner Hediye Yûsûf û Mensûr El Selûm amade bûn.
Di civînê de xebatên meha bihurî hatin nirxandin û plansaziya dema pêş hat destnîşankirin.
Endamê TEV-DEM'ê Alî Dîlok bersiv da pirsen ANF'ê û diyar kir, dema federasyon tê gotin DYA, Ewropa, Rûsya tê bîra mirovan, halbûkî modela federasyonê rêxistinbûyîneke Rojhilata Navîn e.
Dîlok da xuyakirin, ya ji Rojhilata Navîn xerîb e mejiyê netewe dewlet a navendî ye ku weke dewleta unîter tê pênasekirin. Dîlok diyar kir, dîroknasekî Hollandî yê dûrî Tevgera Azadiyê ya Kurd e di pirtûkeke xwe de dibêje, "Ferzkirina dewleta unîter, netewe-dewletê li ser Rojhilata Navîn tê wateya întixarê, tê wateya cînayetê" û destnîşan kir, ku dîroknasê navborî ev nêrîna xwe spartiye împaratoriyên di herikîna dîrokê de li Rojhilata Navîn li ser hikum bûn.
Endamê TEV-DEM'ê Alî Dîlok da zanîn, ku împaratorî jî li gorî rewşa xwe ya xwezayî, xwedî rêxistinbûyînên federal in û Împaratoriya Pers a salên dûr û dirêj li Rojhilata Navîn serdest bû, weke mînak nîşan da.
Dîlok anî ziman, ku împaratorî di heman demê de ji ber taybetmendiya xwe ya xwezayî ji yek rengî pêk nayên, gel û baweriyên cuda di nava xwe de vedihewînin û derfeta jiyanê dide hemû cihêrengan. Dîlok ragihand, Împaratoriya Osmanî jî ji yek rengî pêk nedihat, ji Ermeniyan heta Kurd, Elewî û Sûniyan çi baş çi jî nebaş e her kes di nava xwe de vedihewand.
Alî Dîlok got, "Ev 150-200 sal in, bi taybetî piştî şerê yekemîn ê cîhanê modela netewe dewletê li ser Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin û statuya bi vê yekê re derketiye holê bûye statuya Tirkîtî, Ereb û Farsî." Dîlok da xuyakirin, ku ji ber van statuyan Kurdistan bi 4 parçeyan hatiye parçekirin û her çend ev rewş ji bo Kurdan bi taybetî bû be rewşeke trajîk jî, ji bo hemû gelan trajediyek e.
Endamê TEV-DEM'ê Alî Dîlok diyar kir, rewşa tevgera azadiyê ya Kurd û Kurdan timî li Rojhilata Navîn bûye mijara nîqaşê û anî ziman, ev rewş îro jî derbadar e, bi şerê dawî yê li Qamişloyê re hin tişt bêhtir xuya bûye. Dîlok bibîr xist, ku Kurd ji destpêka şerê navxweyî û vir ve xeta 3. a polîtîk bi rê ve dibe û ne mecbûr in xwe nêzî Îslamiyên tund an jî rejîma Baasê bikin. Dîlok got, "Kurd di nuqteya 'Eger hûn me qebûl bikin, em ê jî we qebûl bikin. Yanî tu weke gel vîna min qebûl bike, statuya min nas bike, ez ê jî te nas bikin' de tevdigerin."
Alî Dîlok da xuyakirin ku êdî nepêkan e Kurd bê statu were hiştin, Kurd êdî Kurdê berê nîne û destnîşan kir, li holê tevgera azadiyê ya Kurd a xîtabî çar parçeyan dike û gelê Kurd ê rêxistinbûyî heye. Dîlok ragihand, tevgera azadiyê ya Kurd bi paradîgma, feraset, modela rêxistinbûyînê û nêrîna li cîhanê, rêxistinbûyîneke gelekî cuda ye.
Endamê TEV-DEM'ê Alî Dîlok da zanîn, ne tenê Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Asûrî û civak û baweriyên din jî sîstema federasyonê dixwazin û destnîşan kir, rêya jiyana bi hev re ya wekhev û azad a gelên li Rojhilata Navîn dijîn, sîstema fderasyonê ye.
Dîlok diyar kir, gelan bi Federasyona Bakurê Sûriyeyê ve niyeta xwe ya baş ragihandine û rengê Sûriyeya siberojê nîşan dane. Dîlok destnîşan kir, ku sîstema federasyonê yekane projeya jiyana bi hev re ya civakên bawerî û gelên cuda yên li Sûriyeyê ye.