MLSPB - Eniya Şoreşê: Me cihê xwe di nava Pêngava Holê de girt
Hêzên Şoreşger ên Tirkiyeyî yên Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî aktîf tevlî operasyona hêzên HSD'ê ya ji bo azadkirina herema Hol a li başûrê Hesekê bû.
Hêzên Şoreşger ên Tirkiyeyî yên Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî aktîf tevlî operasyona hêzên HSD'ê ya ji bo azadkirina herema Hol a li başûrê Hesekê bû.
Hêzên Şoreşger ên Tirkiyeyî yên Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî aktîf tevlî operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji bo azadkirina herema Hol a li başûrê Hesekê bû.
Pêngava Holê ya bi pêşengiya Hêzên HSD'ê hat destpêkirin, di 14'ê Mijdarê de bi awayekî serketî bi dawî bû û bajarokê Holê ji aliyê hêzên HSD û hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê ve hat azadkirin.
MLSPB - Eniya Şoreşê jî bi serenavê "Ji gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn re" peyameke kurt weşand û da zanîn ku wan weke Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst a Alper Çakas ku di 28'ê Cotmehê de hat avakirin, cihê xwe di nava pêngava Holê de cih girtine û li refên herî pêş têkoşiyan e.
MLSPB - Eniya Şoreşê da xuyakirin, ku qada Şengal, Hol û Hesekê ku ji aliyê çeteyan ve weke xeta sînor hat mayînkirin û ji aliyê staratejîk, lojîstîkê ve xwedî girîngiyeke mezin e, ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.
MLSPB - Eniya Şoreşê da zanîn ku weke tevger wan di hefteya destpêkê ya Cotmeha 2014'an de xwe gihandine xaka Rojava û diyar kir ku bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ'ê di pêvajoya azadkirina Kobanê, Til Hemîs, Til Temir û herî dawî jî di pêngav û serketinên li Hesekê de li çeperên herî pêş cih girtine.
MLSPB - Eniya Şoreşê ragihand ku ji bo azadkirina qadeke ji hezaran kîlometreyî, weke Partî-Eniya sosyalîst ew bi berpirsyariya xwe rabûne û got, "Em weke Partî-Tevgera Eniyê MLSPB - Eniya Şoreşê bang li hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku li dijî çeteyên kujer û olîgarşiyên noker en faşîst, li ser bingeha yekîtiya sosyalîst şoreşger a gelên kedkar ên Rojhilata Navîn, ji bo bilindkirina ala sor a sosyalîzmê û şoreşa gelên Rojhilata Navîn, biherikin çeper û qadên têkoşînê."