MLKP: Em di 1’ê Gulanê de qadan dagirin
MLKP’ê di daxuyaniya xwe ya 1’ê Gulanê pîroz kir de wiha got: “Li dijî rejîma Erdogan û AKP’ê, em ala rûmet û azadiyê radikin.”
MLKP’ê di daxuyaniya xwe ya 1’ê Gulanê pîroz kir de wiha got: “Li dijî rejîma Erdogan û AKP’ê, em ala rûmet û azadiyê radikin.”
MLKP/Kurdistan bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Ji qûntarên çiyayan, heta barîqatên bi heybet ên bajarên me, ji jiyanên xîzan ên karkeran, heta kolanên me yên kedkar, ji Rojavaya şoreşê heta parçeyên din ên Kurdistanê, li her derê, li her qadê em têkoşîn û hêviyê mezin dikin” û ev îfade tê de cih girtin: “Li dijî faşîzm, mêtingerî, emparyalîzm û paşverûtiya herêmê, em bi karker, kedkar, ciwan, jin, tevahî bindestan re dimeşin qadên 1’ê Gulanê… Li dijî rejîma Erdogan û AKP’ê, em ala rûmet û azadiyê radikin. Em li dijî çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê ku ji heman nifşa Tayyîp Erdoganan e û hevkarên wan, em bi coşa 1’ê Gulanê ve li Rojava û Şengalê meydanê dixwazin. Em wan di tarîtiya wan de dirizînin.
Çalakiyên li Rojhilat Ferzan Kemanger, Kobanê Arîn Mîrkan, Cizîrê Mehmet Tûnç, Silopiyayê Sêvê Demîr, Stenbolê Yelîz Erbay/Şîrîn Oterler rêberên me ne. Wan bi çalakiyên xwe ve nîşanî tevahî çîna karkeran, kedkaran, jinên bindest û tevahî Kurdistaniyan daye ku berxwedan ji bo rûmet û rizgariyê tekane rê ye û divê ev rê tevahî vebin şoreşê.”
BANGA QADAN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li qadên 1’ê Gulanê pêwîstî bi dirûşma “yekane rê şoreş e” ve bilindkirina barîqatan heye, wiha dom kir: “Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê, rejîma AKP’ê ya bi armanca rawestandina rûmet û meşa me ya azadiyê terora dewleta faşîst mêtinger bi kar tîne, ji ber vê jî êrîşî barîqatên parastina rewa yên şervanên YPS/YPS-JIN’ê û MLKP’ê, mafên bingehîn û azadiyên kedkaran dike, bi tijîkirina qadên 1’ê Gulanê paşde bixîne. Divê çawa li ber terora wê ya tirsê serî nayê tewandin, bi hê pêşxistina xeta çalakiya şoreşgerî ve nîşan bide.”