Mitînga Wanê destpê kir

Mitînga Wanê destpê kir

Mitînga Wanê ya bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi çoş destpê kir. Di mitînga zêdehî deh hezaran kes tevlî bûn de polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş yê ku serê sibê ji Amedê hat Wanê li ber Girtîgeha Wanê bi karwanekî qelebalix hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û li ber girtîgehê leşkeran tedbîrên gelek berfireh girtin.

Piştî pêşwazîkirinê karwan ber bi bajar ve bi rê ket. Ligel dorpêç û astengiya polîsan karwan gihişte Garaja Şaredariyê ya mitîng lê tê darxistin. Demîrtaş û heyeta pê re li qadê ji aliyê deh hezaran kesan ve bi sloganênên “Bijî Serok Apo" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" hate pêşwazîkirin. Piştî rêzgirtinê mitîngê bi axaftinan destpê kir. Tevlîbûna mitîngê didome.