Polîtîkayên AKP/Qesrê yên li ser bingeha dijminatiya li Kurdan tên meşandin, dewam dikin. Piştî ku çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê û ENKS'ê di êrîşên çend roj berê yên li Til Rifat, Minix, Bîrad û Eyn Deqne li pêşberî hêzên Ceyş El Siwar û YPG/YPJ'ê de têk çûn, ji aliyê dewleta Tirk ve li dîrokê bi 'lezgînî' li hev hatibûn civandin.
Di vê civînê de rayedarên MÎT û Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk plan, proje û wezîfeyên nû dabûn çeteyan. Di çarçoveya van proje û wezîfeyan de dewleta Tirk ji çeteyan xwestibû ku herêma Efrîn-Ezaz û Şehbayê dagir bikin û ji Kurdan xalî bikin.
Van çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê dan xuyakirin, ku ew ê bi plan û projeyên dewleta Tirk ve girêdayî bin, wezîfeya ji wan re hatiye dayîn bi cih bînin.
Çeteyan ji dewleta Tirk çek, cebilxane û desteka lojîstîkê xwestibûn. Rayedarên MÎT'ê û Fermandariya Giştî ya Artêşê jî dabûn xuyakirin, ku ew ê van daxwazan bi cih bînin.
LI DERIYÊ SÎNOR TEQWIYA CEBILXANE Û ÇETEYAN!
Rayedarên MÎT û Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ev sozên xwe xistin pratîkê û berî 2 rojan cebilxaneya barê 5 qemyonên mezin, di deriyê sînor ê Bab Es Selame derbas kirin û radestî çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê yên li Ezazê kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pê bawer hatin bidestxistin; bi qasî 400 çeteyên ji Îdlip, Hama û Humsê hatin anîn, di deriyê sînor ê Bab Es Selame re hatin derbaskirin. Çavkaniyên ji Ceyş El Siwar jî ev agahî piştrast kirin.
Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan li Kîlîsê, tîmeke taybet a alîkariya çek, cebilxane û lojîstîkê bide çeteyên DAIŞ, qaşo koalîsyona Sûriyeyê û ENSK'ê û van çeteyan di sînor re derbas bike, ava kiribû.