Dayika şervana YPJ’ê Narîn Reşît Mistefa ku di çarçoveya operasyona paqijkirina Kobanê de li gundê Kultepe di pevçûnekê bi çeteyên DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest da, Afran Mûsa diyar kir ku keça wê digot: “Ger ez bimirim ez ê li ser xaka xwe bi têkoşînê û bimirim.” Mûsa da zanîn ku keça wê li pişt vê gotina xwe sekinî û tevlî YPJ’ê bûye.
Piştî êrîşên DAIŞ’ê gelek ciwan tevlî YPG û YPJ’ê bûn. Du xwişkên hev ên piştî êrîşê tevlî YPJ’ê bûn, yek jê Narîn Reşît Mistefa (Xwundan Zagros) a 20 salî 6 mehan li ber xwe da û di 12’ê Sibatê de li Girê Spî li gundê Kultepe jiyana xwe ji dest da.
GER BIMIRIM EZ Ê LI XAKA XWE BIMIRIM
Dayika Misteva Afran Mûsa pêvajoya tevlîbûna keça xwe wiha got: “Dema êrîşan destpê kir, em bi malbatî hatin Tirkiyeyê. Narîn li dij vê nêrîna me bû. Digot ger bimirin li ser xaka xwe bimirin. Li pişt vê gotina xwe sekinî û tevlî YPJ’ê bû.”
Mûsa bi lêv kir kir ku keçek wê ya din jî li YPJ’ê ye û got: “Dema me biryar da ku em derbasî Tirkiyeyê dibin keça min Narîn û ya din li gund man û gotin wê tevlî YPJ’ê bibin. Tevlî yekîneya YPG’ê ya li gundê me bû, bûn. Piştre tevlî YPJ’ê bûn. Ev 6 meh bû şer dikirin.
JI BO GELÊ XWE ŞEHÎD KETIN
Mûsa destnîşan kir ku keça wê beriya êrîşan jî li dijî YPJ-YPG’ê bi sempatî bû û got: “Narîn ne tenê keça min, keça hemû gelê Kurd e.Ji bo gelê xwe ji bo xaka xwe şehîd ket. Ez li ser navê keça xwe silavên xwe ji hemû gelê Kurd re dişînim. Bila serê her kesê di têkoşîna demokrasiyê de sax be. Em ê di şopa wê de biçin. Em ê heta dilopek dawî ya xwîn xwe têbikoşin.”
BANGA YEKÎTIYÊ
Mûsa gotinên keça xwe ya din a li eniyê ye vegot: “Keça min a din jî got ku wê wek xwişka xwe di têkoşînê de cih bigire. Got wê ala xwişka xwe hilde.” Mûsa bang li hemû kesî kir ku li dijî DAIŞ’ê bibin yek û got: “Divê hemû Kurd bibin yek bersiva vê zilmê bidin.”