Mistefa Minbic: Çeteyên DAIŞ'ê nema dikarin birevin
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û fermandarê Siwar Minbic Mistefa Minbic da xuyakirin, ku çete nema dikarin birevin û destnîşan kir, çete li ber tinebûnê ne.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û fermandarê Siwar Minbic Mistefa Minbic da xuyakirin, ku çete nema dikarin birevin û destnîşan kir, çete li ber tinebûnê ne.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û fermandarê Siwar Minbic Mistefa Minbic da xuyakirin, ku çete nema dikarin birevin û destnîşan kir, çete li ber tinebûnê ne.
Li ser rewşa dawî ya pêngava rizgarkirina Minbicê, em bi endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic re axivîn.
Duh di gelek organên çapemeniyê de hat ragihandin, ku hûn ketine nava navenda bajarê Minbicê. Şervanên we ketine navenda bajêr?
Ji aliyê her kesî ve tê zanîn, me ragihand ku Pêngava Rizgarkirina Minbicê ketiye qonaxa duyemîn. Ji roja me daxuyanî dane heta roja îro, hêzên me di çarçoveya pêngavê de bi lez û bez bi pêş de diçin. Em hînê neketine nava navenda bajêr. Di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê de li pêşiya bajêr şer diqewime. Li ser rêya Helebê û derdora wê, li malên li pêşiya bajêr şer giran e. Lewma ne rast e ku tê gotin şer li navenda bajêr diqewime.
We gotin şer li dora bajêr giran e. Rewşa sivîlên li bajêr çi ye?
Me dor bi temamî li çeteyên DAIŞ'ê girtine. Çeteyên DAIŞ'ên nema dikarin birevin. Ji ber vê yekê, çeteyên DAIŞ'ê nahêlin sivîl ji bajêr derkevin. Tevî vê yekê sivîlan ji xwe re weke mertalên zindî bi kar tînin. Bêguman ev rewş hinekî dibe asteng. Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê me beriya niha jî dabûn xuyakirin. Em, ji her şêwe nêzîkatiyên ku ewlekariya jiyanê ya sivîlan dixe nava xeteriyê, xwe vedigirin. Ji bo me ewlekariya jiyana sivîlan esas e. Li gorî texmînên me, heta niha bi qasî 20 hezar sivîl di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne. Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo xelaskirina van mirovên xwe ji destê çeteyên DAIŞ'ê, em di nava hewldaneke berfireh de ne û li formulekê digerin. Ji bo vê gavê dikarim bêjim, hewldana me ya sereke rizgarkirina sivîlan ji destê çeteyan e. Her wiha dixwazim vê yeke jî bêjim; Me heta niha bi hezaran sivîl ji destê çeteyên DAIŞ'e rizgar kirine. Her roj, her saet, her kêlî bi sedan mirovên me ji destê çeteyên DAIŞ'ê direvin û xwe digihînin qadên azad.
Ez ji gotinên we vê fêm dikim; ji ber sivîlên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, pêngav hinekî bi giranî dimeşe. Baş e ev rewş wê çawa çareser bibe?
Belê, rast e. Lê belê, ji ber ku ev rewş meşa me hinekî giran dike, em ê dest ji nirxên mirovahiyê bernedin. Ji ber dilsoziya me ya bi qanûnên navneteweyî, bi nirxên mirovahiyê, em ewlekariya jiyana sivîlan esas digirin. Ev rewş meşa me giran dike. Lê belê operasyonên hêzên me bênavber dewam dikin. Di demeke nêz de, di çarçoveya operasyonê de hêzên me wê bikevin hin herêman, bikevin hin xaniyên sivîl lê nînin û kontrol bikin. Me vekirina korîdorekê xistin rojeva xwe, ji bo sivîlan ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Bi formulên bi vî rengî em ê hewl bidin vê rewşê çareser bikin.
Li gorî we, hêzên we wê kengî bikevin nava bajêr?
Ez nikarim bêjim hêzên me wê kengî, di kîjan saetê de bikevin nava bajêr. Lê weke ku min beriya niha jî got, hêzên me li derdora bajêr li hemberî DAIŞ'ê şer dikin. Ev şer li nava malan diqewime. Dibe ku ev şer mezintir bibe. Di her saetê, her kêliyê de giran dibe. Hemû gund û gundikên li derdora Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin û ketine bin kontrola hêzên me.
Ji bo rewşa çeteyên DAIŞ'ê yên li bajêr hûn dikarin çi bêjin?
Ji dema me bajar bi temamî dorpêçkirin e û vir ve, çeteyên DAIŞ'ê di nava panîkeke mezin de ne. Di rojên dawî de hin ji emîrên çete yên DAIŞ'ê nameyan dişînin û dixwazin di berdêla 10 hezar dolarî de dixwazin ji bajêr derkevin. Êdî çete nema dikarin derkevin. Ya wê teslîm bibin, yan jî îmha bibin."