Minbicî ber bi qadên azad ve diherikin

Minbiciyên ji çeteyên DAIŞ'ê reviyan, diherikin qadên ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD'ê ve hatine rizgarkirin.

Di çarçoveya qonaxa yekemîn a 'Pêngava Rizgarkirina Minbicê' de, heta niha bi dehan gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin, ku ew ê êdî dest bi ketina nava bajêr bikin.

Pêngav di roja 14. de ye. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji çar aliyan ve dor li navenda bajarê Minbicê girtine û amadekariya ketina nava bajêr dikin.

Sivîlên li nava bajêr jî kom bi kom bajêr diterikînin. Sivîlên ku xwe gihandin qadên ewle, tevî sewalên xwe li herêmên bi ewle yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD'ê tên bicihkirin.

ÇETE SIVÎLAN JI XWE RE DIKIN MERTAL

Minbiciyan dan xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê ji ber ku bi hesasiyeta şervanên azadiyê yên ji bo sivîlan dizanin, sivîlên li nava bajêr ji xwe re wke mertal bi kar tînin.

Minbiciyên ji gundên bajêr ên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bûn reviyan ragihandin, ji ssala 2014'an û vir ve zilm, îşkence, zext, talan û komkujî li wan dihat kirin.

Welatiyên Minbicê anîn ziman, ku çeteyên DAIŞ'ê ji dema dagirkirina herêmê û vir ve qaşo bi qanûnên olî zor, zext û îşkence li gelê herêmê dikirin.

DIVÊ BAJARÊ ME Û XIZMÊN ME BÊN RIZGARKIRIN

Şervan di çarçoveya Pêngava Fermandarê Şehîd Ebû Leyla de gav bi gav bi pêş de diçin. Qonaxa dawî ya rizgarkirina temamiya Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê destpê kiriye.

Minbicî bi hesret û daxwazeke mezin li bendê ne ku di qonaxa duyemîn a pêngavê de bajarê wan û xizmên wan ji çeteyên DAIŞ'ê bên rizgarkirin.

Jinên Minbicî dan xuyakirin, ku her roja bi dagirkeriya DAIŞ'ê dijiyan, ji bo wan cehenem bû û ew her tim bi tirsa mirin, îşkence û destavêtinê dijiyan. 

ŞERVAN: JI BER EWLEHIYA JIYANA SIVÎLAN EM BI BALDARÎ TEVDIGERIN

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kirin, ew amadekariya ketina nava bajêr dikin, lê belê ji ber ewlehiya jiyana sivîlan ew bi baldarî tevdigerin.

Şervanên Meclîsê û yên QSD'ê dan zanîn, wan sivîlên ji navenda bajêr reviyan e derbasî herêmên ewle kirine û tevî derfetên xwe yên kêm jî hewl didin bibin bersiv ji pêdiviyên jiyanî yên sivîlan re.