Minbic û derdora wê ji mayînên çeteyên DAIŞ'ê tên paqijkirin

Herêmên Minbicê yên ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin, niha jî ji mayînên çeteyan tên paqijkirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin û her bi pêş ve diçin. Li xanî û kolanên ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin, karê lêgerîn û paqijkirina ji bermayînên çeteyan tê meşandin.

Li kolanên başûr û rojavayên Minbicê, ku çend roj berê ji aliyê şervanan ve hatibûn rizgarkirin, gelek mayîn û xefikên bombeyî hatin dîtin û bêbandorkirin. Her wiha tunele çeteyan a ji bo parastina ji êrîşên hewayî hatiye çêkirin û cebilxaneya wan bi destê şervanan ve ketin.

ÇEKÊN DEWLETA TIRK LI NAVENDA ÇETEYAN HATIN DÎTIN

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li gelek maleke ku ji aliyê çeteyan ve weke navendê dihat bikaranîn, gelek çek û cebilxane bi dest xistin.

Di nava van çekên hatine bidestxistin de gelek kleş, fîşekên wê, BKC û fîşekên wê, B7 roket û guleyên wê, bombeyên bi destan hatine çêkirin, hene. Di nava çek û cebilxaneya ketiye destê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de her wiha çekên şewatê pê derdixîne yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine çêkirin û bi qemyonan radestî çeteyên DAIŞ'ê hatibûn kirin, hene.

TUNELA ÇETEYAN A JI BO PARASTINA JI ÊRÎŞÊN HEWAYÎ HAT DÎTIN

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li rojavayê bajêr jî tunelek çeteyên DAIŞ'ê dîtin. Ev tunela ji bo parastina ji êrîşên hewayî hatiye kolandin, piştî kontrolê, hat rûxandin.

MAYÎNÊN JI ALIYÊ ÇETEYAN VE HATINE ÇANDIN JI ALIYÊ TÎMÊ PISPOR VE TÊN ÎMHAKIRIN

Mayînên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo pêşîgirtina li pêş ve çûna şervanan hatine çandin, ji aliyê tîmên pispor ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve tên rakirin.

Ev mayîn û teqemeniyên ji mal, kolan û erdê li herêmê hatine derxistin, ji aliyê van tîmên pispor ve bi rengekî kontrolkirî tên îmhakirin.