Mexmûriyan tecrîda li ser Ocalan bi meşekê şermezar kir

Mexmûriyan tecrîda li ser Ocalan bi meşekê şermezar kir

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) ciwanan bi meşeke meşaleyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) ciwanan bi meşeke meşaleyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de bi hezaran kes amade bûn. Piştî meşê daxuyanî hate dayin. Endama Komalên Ciwan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Rojbîn Yaman daxuyanî xwend. Yaman wiha got:

"Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin îro dikeve roja 359'an. Hevdîtin bi Rêberê me re bi awayekî bê hiqûqî û bê exlaqî tê astengkirin. Îro tecrîda li ser Rêberê me tê meşandin bi pêşveçûnên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê re girêdayî ye. Bi tecrîda li ser Rêberê me re gelê Kurdistan û dostên gelê Kurd tên tecrîdkirin. Dewlet û hukûmeta AKP'ê dixwaze bi tecrîd, îzolasyon, êrîş, girtin û qirkirinan Rêbêr Apo, Tevgera Azadiya û gelê Kurd tune bike. Lê belê, dîrok di şexsê gelê Kurd de êdî weke berê dubare nabe. Ji ber ku Rêber Apo Kurdê azad afirandiye. fikra Kurdê azad fikra serketinê ye." Daxuyanî bi dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Bijî HPG" û "Bijî PKK" bi dawî bû.