Meşa azadî û serketinê ya li Minbicê dewam dike
Pêngava rizgarkirina Minbicê, ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî a Minbicê ve di 1’ê Hezîranê de hat destpêkirin, di roja 65. de ye.
Pêngava rizgarkirina Minbicê, ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî a Minbicê ve di 1’ê Hezîranê de hat destpêkirin, di roja 65. de ye.
Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de li navenda bajêr û derdorê şerekî dijwar diqewime. Di şerê duh bi şev ê li navenda bajêr û herêma derdorê de gelek çete hatin kuştin. Tevî mayîn û êrîşên sûîqestê jî şervanên azadiyê her bi pêş ve diçin.
Li aliyê din, Minbiciyên di çarçoveya pêngava rizgarkirinê de ji nava lepên DAIŞ’ê direvin, berê xwe didin qadên azad.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mal bi mal, kolan bi kolan bi pêş ve dimeşin. Wêneyên vê meşa serketin û azadiyê ji aliyê ANF’ê ve hatin kişandin..