Çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê AKP'ê ve tên xwedîkirin, duh êvarê êrîşî daweta rêveberekî HDP'ê yê li Dîlokê kirin. Di vê êrîşê de herî kêm 51 mirov hatin qetilkirin. Ji bo veşartina cenazeyên 41 kesan merasîmek tê lidarxistin. Otopsiya 10 cenazeyan jî dewam dike.
Di merasîma li goristana Yeşîlkentê de bi hezaran kes amade ne, ku Hevserokên HDP, DBP, KCD, HDK û parlamenterên HDP'ê jî lê ne.
Girseya gel nerazîbûneke tund nîşanî AKP'ê û Erdogan dide. Di merasîmê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" û "Şehîd namirin" tên qîrîn.