Mehmûd Osman ji bo çareseriya krîzê banga yekitiyê li Kurdan kir

Mehmûd Osman ji bo çareseriya krîzê banga yekitiyê li Kurdan kir

Krîza li Iraqê ya di navbera Kurdan û rêveberiya navendî ya Bexdayê de berdewam dike. Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku heta Kurd nebin yek ew nikarin ji nava krîzê derbikevin. Osman destnîşan kir ku PDK dixwaze Malikî bi dengên pêbaweriyê bê guhertin, lê YNK li gel vê yekê ye û banga yekgirtinê li Kurdan kir.

Piştî civîna li Hewlêrê ya ku ji bilî aliyê Serokwezîr Nûrî el Malikî, bi beşdariya hemû aliyên Kurd û Iraqê pêk hat, vê carê jî civînek bi heman awayî li Necefê pêk hat. Piştî civînê rêberê Tevgera Sedir, Muqtede Sedr diyar kir ku ji bo çareseriyê gihiştine encamekê û diyar kir ku ji ber ku wana lîsta Malkî venexwendibû civînê, lewma beşdarî civînê nebûye. Sedır destnîşan kir ku ev civîn berdewama civîna li Hewlêrê ye.

Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman ji PNA’yê re axivî û diyar kir ku heta Kurd nebin yek ew nikarin ji nava krîzê derbikevin. Osman destnîşan kir ku PDK dixwaze Malikî bi dengên pêbaweriyê bê guhertin, lê YNK li gel vê yekê ye û banga yekgirtinê li Kurdan kir.

Osman got; “Divê Kurd ji bo biryardayîn ali ser çareseriya pirsgirêkan hevgirtî bin, ji bo ku pirsgirêkên di navbera Kurdistan û Bexdayê de aloztir nebe. Niha Celal Talebanî ne li gel wergirtina baweriyê ye ji Malikî û Mesûd Barzanî dixwaze Malikî were guhertin.”