Meclîsa Şaredariya Binarê Qendîl xebatên xwe nirxand

Meclîsa Şaredariya Binarê Qendîl xebatên xwe nirxand

Roja 17ê mijdarê civîna asayî ya şaradariya binarê Qendîlê pêk hat û di civînê de hemû endamên meclîsa şaredariyê ya hemû gundên Qendîlê amide bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Şaredar Şêx Umer û çend endamên dîwanê şaredariyê ve civîn bi rê ve çû. Di vê civînê de hin zêdetir li ser kar û xebatên ku di sê mehên dawiyê de bi rêve çûne nîqaş hatin kirin.

Di rapora şaredariya Binarê Qendîlê de bal hate kişandin ser grevên birçîbûnê û berxwedaniya ku di roja îro de, li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de bi rê ve diçe. Li gel vê jî girîngî hate dîtin ku divê îro beriya sibe yekîtiya neteweyî pêk were. Her wiha kar û barê ku di dema dawiyê de hatine meşandin di raporê de hatibûn nirxandin û hate gotin ku her çiqas ku derfetên destê me kêm bin jî lê me hewil da ku em xizmeta gelê vê herêmê bikin û hat gotin: “Ji ber vê jî her çiqas ku me kar dabe meşandin jî lê em careke din amide ne ku em bi rengekî aşkere karên xwe binirxînin û rexneyan li xwe bigirin, her wiha em ji nêrîn û rexneyên gel û endamên meclîsê re jî vekirî ne.”

Di vê civînê de di derbarê gelek mijarên weke tendurustî, parastina xwezayê û paqijiya gund, dibistan û rêkan nîqaş hatin kirin. Ji ber vê jî gelek pêşniyar hatin kirin ku gelê herêmê di derbarê xalên ku li jor hatine rêzkirin de bi taybetî jî di aliyê tendurustî de perwerde û semîner werin dayîn.

Yek ji pêşiniyarên ku di civînê de hatine kirin ew bû ku, ev bi salan e herêm ji aliyê balafirên tirkan ve tê bombebarankirin, ji ber vê xweza zerareke mezin dibîne. Ji lewma jî divê gelê herêmê li hember xwezayê hişyar be bi taybet jî birîna daran. Her wiha ji ber gelek dibistan li ser rê ne, ji ber vê pêwîste tedbîra maşînan were girtin, ji ber pir bi lez maşîn tên ajotin.

Di dawiyê de bal hate kişandin ku divê her kesên ku endamên şaredariyê ne û hemû gelê ku di vê herêmê de dijîn divê ji bo xweşik kirin û dewlemend kirina herêmê xwe kar bidin ser milên xwe.