Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê gel ji bin zilma DAIŞ'ê rizgar bikin

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Adil got, "Hemû gundên bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin. Armanca me rizgarkirina hemû gelan e. Ji bo me ti cudahî di navbera zilman, ol û nîjad de nîne."

Operasyona Rizgarkirina Minbicê, ku qonaxeke girîng li dû xwe hişt, bi desteka hêzên QSD û navneteweyî dewam dike. Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Fermandarê Şems El Şîmal Mûhammed Ebû Adil, asta heyî ya operasyonê ji ANF'ê re nirxand.

Adil got, "Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo paqijkirina bajar û gundên Minbicê ji aliyê Minbiciyan ve hatiye avakirin."

Adil da xuyakirin, ku wan qonaxeke girîng li dû xwe hiştine, bajar bi temamî dorpêç kirine û hemû gundên bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

'EWLEKARÎ Û TENDURISTIYA SIVÎLAN JI BO ME GIRÎNG E'

Adil ragihand, wan di qonaxa dorpêçkirinê de çeperên xwe zexm kirine û bi biryar in temamiya bajêr ji çeteyan paqij bikin. Fermandar Adil da xuyakirin, ku ji bo zerar li gel nebe ew bi hesasiyeteke mezin tevdigerin û got, "Bajar niha hatiye dorpêçkirin. Em di wê baweriyê de ne ku bi qasî 40-50 hezar sivîl li bajêr dijîn. Tenduristî û ewlekariya van mirovan ji bo me gelekî girîng e. Em naxwazin gel di vî şerî de zerarê bibîne. Em ji mirovên sivîl ên li nava bajêr dixwazin, eger firsendê bibînin werin qadên me yên azad. Ji roja destpêkê ya operasyonê û vir ve me ewlekariya gel esas girtin. Piştî ku gundên me rizgar kirin bi temamî hatin paqijkirin, bi rengekî ewle vegeriyan gundên xwe û niha bi awayekî ewle dijîn."

'LI GUNDÊN HATIN PAQIJKIRIN, TIRSA DAIŞ'Ê NEMA YE'

Mûhammed Ebû Adil da zanîn, di bin zilma DAIŞ'ê de serê bi sedan mirovên wan hatine jêkirin û destnîşan kir, li gundên hatine paqijkirin êdî tirsa zilma DAIŞ'ê nema ye. Adil got, "Em dixwazin gelê me yê li nava bajêr dijî, bi vê zanibin. Em dixwazin temamiya gelên di bin zilma DAIŞ'ê de ne rizgar bikin. Ji bo me ti cudahî di navbera ziman, ol û nîjad de nîne. Em dixwazin temamiya gelê li Minbicê rizgar bikin."

Adil diyar kir, di nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de Kurd, Tirkmen, Ereb hene, lê ew hemû zarokên Minbicê ne.