Meclîsa Gel a Oslo 2. kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Gel a Demokratîk a Oslo 2. kongreya xwe pêk anî.
Meclîsa Gel a Demokratîk a Oslo 2. kongreya xwe pêk anî.
Kurdistaniyên li paytexta Norwê Oslo dijîn, di dawiya hefteyê de li salona Dibistina Holmlia, 2. Kongreya xwe ya Meclîsa Gel ya Demokratîk pêk anîn. Salona Kongreyê bi alên KCK, PKK, YPG, YPJ, posterên Ocalan û cangoriyên têkoşîna azadiyê hat xemilandin.
Kongreyê bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir. Ji bo birêvebirina kongreyê dîwana ji sê kesan hat hilbijartin. Dûrê nunerê CDK-E li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn axaftinek kir.
Hate destnîşan kirin ku, berxwedana gelê Rojava û destketiyên bi keda YPG û YPJ, ji bo hemû gelê Kudistanê bûne hêvî û her wisa serhildanên gel yên dema dawî li Bakûrê Kurdistanê, îlan kirina Xweseriya Demokratîk, berxwedana gelê Cizîrê, Farqîn û Nisêbîn û he pêşketinên li wir jî yek ji rojevên girîng ên kongreyê bûn.
Piştî pêşkêşkirina rapora xebatên berê ji aliyê serokê Meclisa Gel ya Oslo Dilêr Akrêyî, hinek beşdaran mafê axaftinê standin û bal kişandin ser kêmasiyên Meclîsê di salên derbasbûyî de kir. Her wiha ji bo ev kêm û kurtî di demê pêş de neyên dubarekirin, behsa girîngiya rêxistinbûnê û erka dikeve ser komîsyonan hat kirin.
Di Kongreyê de nûnerên Goran û YNK jî amade bûn û peyamên xwe yên pîrozbahî û serketinê ji bo Meclîsa Gel pêşkêş kirin.
Piştî hinek nîqaş û nirxandinan, derbasî hilbijartinên komîsyonan bûn. Komîsyon rêxistinê, têkiliyên civakî, perwerde, têkiliyên karê derve, çand, ciwan, jin, çapemenî û komîteyên beşên Kurdistanê (PYD, PJAK û Tevgera Azad) û du kes weke çavdêrê Meclîsê hatin hilbijartin.
Ayser Yuce û Baqî Budak bi dengdanê wekî Hevserokên Meclîsa Gel a Demokratîk a Osloyê hatin hilbijartin. Kongre bi gerandina govendê bi dawî bû.