Meclîsa Êzidiyan a Şengalê: Dixwazin pêşî li alîkariya însanî bigirin
Pêşmergeyên PDK'ê yên ku di 26'ê Cotmehê de rêya weke korîdora Rojava-Şengalê tê girtin birîn, nahêlin çûn û hatin çêbibe.
Pêşmergeyên PDK'ê yên ku di 26'ê Cotmehê de rêya weke korîdora Rojava-Şengalê tê girtin birîn, nahêlin çûn û hatin çêbibe.
Nerazîbûnên li hemberî pêşmergeyên PDK'ê yên ku korîdora însanî ya Şengalê girtine, zêde dibin. Pêşmergeyên PDK'ê herî dawî xwestin pêşî li derbasbûna wesayîtên ji derman û xwarinê, bigirin.
Der barê bûyerê de Berdevkê Meclîsa Êzidiyan a Şengalê Xidir Salih diyar kir ku ev rê bi xwîna şehîdan hatiye vekirin, divê pêşmerge xwe ji van nêzîkatiyên xizmetê ji gel re nake vegirin û got, "Eger ev rê nehatibûya vekirin, guman hebûn ku pêşmergeyên Şengal bi tenê hiştin jî di komkujiyê re derbas bibûyan. Eger ev rê nebûya wê niha bi sedan pêşmerge biketina destê çeteyên DAIŞ'ê. Em vê korîdorê weke rêya mirovî nas dikin û li gel gelê Rojava bi kar tînin."
Xidir Salih destnîşan kir ku girtina vê rêyê bi rengekî keyfî û gel di rewşekî zehmet de hiştin qet nêzîkbûnekî exlaqî nîne. Xidir nerazîbûn da û got: "Ev rê ne ji bo qaçaxçiyan yan jî çeteyan dihat bikaranîn, ji bo pêdiviyên gelê me bên bi cih anîn dihat bikaranîn. Ji bo nexweş biçin doktor dihat bikaranîn. Em bang li birayên xwe yên pêşmerge dikin, ku guh nedin fermanên ji hikûmetê tên ên xizmetê ji gel re nakin."
Xidir diyar kir ku pêwîste hesab ji birayên dijminatiya Kurdan dikin bê pirsîn û anî ziman ku ew nêzîkatiyên xizmetê ji dijmin re dikin napejirînin. Xidir axaftina xwe bi vî rengî qedand: "Nêzîkahiyên wiha sûdê digihîne dijmin, di demeke ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer tê kirin de, pêwîste mirov xwe ji nêzîkatiyên wiha vegirin. Nêzîkbûnên wiha yên parçebûnê ji bo şerê biratiyê dibe bingeh. Dixwazin şerê biratiyê biafirînin, em ê neyên van lîstikan, divê pêşmerge jî neyên van lîstikan."