Maseya Krîzê ya HDP'ê: 27 mirî, 119 birîndar

Maseya Krîzê ya HDP'ê agahiyên li ser êrîşa bombeyî ya li Dîlokê parve kir û diyar kir, 27 kesan jiyana xwe ji dest dane, 119 kes birîndar in, ku rewşa 22 ji wan giran e.

Di daxuyaniya Maseya Krîzê de hat ragihandin, ku êrîşa bi wesayîtê anîne cihê bûyerê û ji bo bandora xwe zêde be, teqemenî bi xarik û parçeyên hesin hatiye xurtkirin.

Li ser êrîşa li hemberî dawetek li kolaneke taxa Beybahçe ya navçeya Dîlok Şahînbeyê de agahiyên berfire bi dest ketin. Li dû êrîşa bombeyî, li rêxistina HDP'ê ya bajêr Maseya Krîzê hat avakirin. Li gorî agahiyên ji aliyê vê maseyê ve hatin dayîn, di êrîşê de 27 kesan jiyana xwe ji dest dane, 119 kes birîndar in, ku rewşa 22 ji wan giran e. Maseya Krîzê diyar kir, ku hatiye tespîtkirin êrîşkarê bombeyî bi wesayîtê hatiye anîn. Ji bo bandora êrîşê girantir be, bi xarik û parçeyên hesin, teqemenî xurtir kiriye. Hat ragihandin, ku piraniya mirovên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, ji ber van parçeyên hesin e.

22 kesên rewşa wan giran e jî, li nexweşxaneyê hatin emeliyatkirin. Hat ragihandin li Nexweşxaneya Jiyanê ya Taybet, Nexweşxaneya Dewletê ya 25 Aralik, Nexweşxaneya Dewletê ya Ersîn Arslan, Nexweşxaneya Şehîd Kamîl li hemû nexweşxaneyên bajêr pêwîstî bi xwînê heye. Welatî ji bo xwînê bidin, berê xwe dan nexweşxaneyê. Tê gotin, bi taybetî pêwîstî bi xwîna ji koma 0 (sifir) rh negatîf heye.

Teqîna ku li ber avahiya HDP'ê ya bajêr hat kirin, li tevahiya bajêr hat bihîstin. Parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Ayhan û Mamût Togrûl li vê derê alî berhevkirina agahiyan dikin.

Kolana teqîn lê bû, ji aliyê polîsan ve hat girtin. Li cihê bûyerê lêkolîna dozgeran û polîsan dewam dike.