Martin Luther ji KCK’ê hat tawanbarkirin!

Martin Luther ji KCK’ê hat tawanbarkirin!

Di çarçvoeya lêpirsîna KCK’ê de nûçegihanên ajans ANF û rojnameya Bîrgun Zeynep Kuray hate girtin. Bi hinceta ku nivîsên Erasmus û Martîn Luther ku pêşengê tevgera reforma ol a Ewropayê bû, di koptîtura wê de hebûn hate îdia kirin ku ‘heqaret li tirkbûnê kiriye’

Di îdianameya çapemeniya KCK’ê ku 44 rojnameger tên darizandin de, a ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ve hatiye qebûl kirin de ligel nûçeyên ku çêkirine, wêne, vîdeo û meqale sûc hatine hesibandin.

Îdianemya ku dozger Bîlal Bayraktar li ser îfadeyên şahidê veşarî amade kiriye, de nûçegîhana ANF’ê Zeynep Kuray jî ji ber nisînên Martîn Luther û Erasmus di kompîtura wê de bû bi îdiaya ‘heqaret li tirkbûnê kiriye’ hate sucdarkirin.

Bi hinceta ku Kuray endama rêxistinê ye 15 sal ceza ji bo wê tê xwestin. Ji ber makaleyên ku di kompîtura wê de hatine desteserkirin tê îdiakirin ku heqaret li tirkbûnê kiriye. Doza 43 rojnamegeran ku Zeynep Kuray jî di navde ye dê di 10’ê îlonê de bê dest pêkirin.