Mamosteyên li Başûrê Kurdistanê hikûmetê protesto dikin

Mamoste, li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê çalakiyan lidar dixin û ji ber ku mûçeyên wan nade û mafên wan binpê dike, hikûmetê şermezar dikin.

Li Başûrê Kurdistanê, mamoste û karmendên ev demeke dirêj e nikarin mûçeyên xwe bistînin, weke Tevgera Nerazîbûna Gel a bi navê 'Şoreşa Spî' di 27'ê Îlonê de biryara çalakiyan dabûn.

Li gorî vê yekê, îro danê sibehê li gelek bajar û navçeyan mamoste û karmend li hev civiyan.

Li Silêmanyeyê, çalakger li ber Midûriyeta Perwerdeyê ya Rojava li hev civiyan û ber bi Walîtiyê ve meşiyan.

Di heman demê de li Helebçe, Kelar, Keladizê, Ranya û gelek navçeyên din, mamosteyan polîtîkayên hikûmetê şermezar kirin.

Li Ranyayê, mamosteyan bi lêdana zengil boykot ragihandin. Lê hêzên ewlekariyê dest li mamosteyan werdan. Tevî destwerdanê jî mamosteyan meşa xwe dewam kirin.

Mamosteyên li Helebçeyê daxwaza mûçeyên xwe kirin, dan xuyakirin ku eger mûçeyên wan neyê dayîn ew ê di serdema nû ya perwerde û hîndekariyê de cih negirin.

Li Kelarê jî di xwepêşandanan de mamoste û karmendan daxwaza mafên xwe kirin.

Serdema nû ya hîndekarî û perwerdeyê diviyabû îro dest pê bikira. Lê belê ji ber grevê Wezareta Perwerdeyê destpêkirina serdemê ji bo 1'ê Cotmehê taloq kir.

...