Mamoste li Helepçe, Kelar û Silêmaniyeyê îro jî daxwaz mafê xwe kirin

Mamosteyên li Başûrê Kurdistanê ku zêdeyî 3 meh in nikarin heqdestên xwe werbigirin, îro jî daketin kolanan. Mamosteyan di çalakiyên li Helepçe, Kelar û Silêmaniyeyê de daxwaza mafê xwe kirin.

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên mamosteyan ên ji bo wergirtina mûçeyên xwe bênavber dewam dikin. Li Helepçe û qezayên Pêncwên û Seyîdsadiq mamosteyan çûyîna ser kar boykot kirin.
 
Mamosteyên li Helepçeyê mîna rojên derbasbûyî li ber Baxê Giştî yê bajêr kom bûn û daxwaza mafê xwe kirin. Hat ragihandin ku mamosteyên li Helepçeyê, wê îro anketekê di nava xwe de çêbikin û li gorî encamên vê anketê diyar bikin, ku ji niha û pê ve çalakiyên xwe bi çi rengî bidomînin.

Li Silêmaniyeyê jî, mamsote li ber avahiya Rêveberiya Perwerdeyê ya Silêmaniyê çalakiyek lidar xistin û daxwaza mafê xwe yê rewa kirin.
 
Di dema çalakiyê de hejmarek zêde hêzên ewlehiyê amade bûn. Herwiha ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rê nayê dayîn ku dezgehên ragihandinê bikevin nava çalakiyên mamostayan.

Li navçeya Germiyan Kelarê jî, mamoste îro neçûn ser kar û xwepêşandanên xwe dewam kirin. 

Mamosteyan di çalakiya xwe de rêya sereke ya di diçe nava sûka Kelarê li çûn û hatinê girtin. Mamostêyên Kelar destnîşan kirin ku heta daxwazên wan bi cih neyên wê çalakiyên xwe dewam bikin.