Malbata gêrîla Asrîn çû Meletiyê

Malbata gêrîla Asrîn çû Meletiyê

Malbata gêrîla Emîne Salmî (Asrîn Denîz) ya li herêma Xapûşkê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeyê keça xwe werbigirin çûn Meletiyê.

Malbata gêrîlaya HPG'ê Emîne Salmî (Asrîn Denîz) ya li herêma Xapûşkê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê di şerê 8'ê Mijdarê de li gel 5 hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeyê keça xwe wergirin çûn Meletiyê.

Malbat serê sibê ji navçeya Şemrexê ber bi Meletiyê ve bi rê ket. Malbata gêrîla Asrîn piştî cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiye wergirin dê li gundê Dêşanê ya Şemrexê defin bikin.