Şefîk Yildirim (48) 6’ê Cotmehê, li li mala xwe ya li Kolana Gîrne a navçeya Baglar a Amedê ji hêla polîs û tîmên taybet ve hate binçavkirin, tê gotin, polîsan li ser mala Şefîk Yildirim nîşeneya (x) danîne û tîpên (ŞYR) li dîwarê bînahiyê kirine.
Piştî ku Yildirim hate binçavkirin, mêvanên ku hatin mala wan, pê derxistin ku li ser dîwarên avaniyê nîşeyan (x) hatiye danîn.
Birayê Yildirim T.Y(45), piştî ku nîşeneyê dibîne, diçe serî li Şûbeya Amedê ya Mafê Mirovan dixe.
T.Y diyar dike birayê wî Yildirim birayê wî nû hatibû wî xanîyî ku lê hatibû binçavkirin.
T.Y diyar dike birayê wî Yildirim beriya niha jî gelek caran ji hêla polîsan ve hatiye şopandin û got, ‘’Beriya niha birayê me gelek caran hate binçavkirin û serbest hate berdan. Birayê min berê digot, polîs min dişopînin. Em ji ber rewşa birayê xwe di fikaran de ne. Ev 28 roj in hatiye binçavkirin, û ti delîleke nîn e ku hatiye binçavkirin. Nîşeneya li ber deriyê mala birayê min polîsan danî. Mêvanên ku hatim malê bi van nîşaneyan derxistin. Li ser nîşeyana (x) tîpên (ŞYR) hene. Nivîseke pir kevn bû, dibe ku beriya ku birayê min were binçavkirin hatibe nivîsîn.’’