'Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, parçeyek ji têkoşîna azadiyê ye'
Endama Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KCD'ê Mulkiye Bîrtane bal kişand ser hewldanên tinekirina perwerdeya bi zimanê dayikê û got, "Sîstema heyî çiqasî pêşî li mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bigire, em ê jî bi biryardarî têbikoşin."
ELÎF DOGAN
AMED
çarşem, 15 pûşperê 2016, 07:12
Endama Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KCD'ê Mulkiye Bîrtane bal kişand ser hewldanên tinekirina perwerdeya bi zimanê dayikê û got, "Sîstema heyî çiqasî pêşî li mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bigire, em ê jî bi biryardarî têbikoşin."
Bîrtane da zanîn, weke Komîsyona Ziman û Perwerdeyê wan di demeke dirêj de li gelek saziyan xebatên ji bo zimanê dayikê meşandine û anî ziman, piştî ku pêvajoya ketina nava Yekîtiya Ewropayê di sala 2002'an de destpê kir, li navendên perwerdeya gel qursên Kurdî hatin vekirin. Bîrtane da xuyakirin, ku hingî destûr ji vekirina qursên Kurdî re hatiye dayîn, lê gelek astengî hatine derxistin.
Bîrtane got, "Tevî zor û zehmetiyan jî me qursên xwe vekirin. Bêguman bi tenê bi qursan gel nikare zimanê xwe hîn bibe. Perwerdeya bi zimanê dayikê di hemû peymanên navneteweyî yên li ser perwerdeyê de weke mafê mirovan ê perwerdeyê tê dîtin. Ji ber vê yekê diviyabû li dibistanên perwerdeya milî perwerdeya bi zimanê dayikê bihata dayîn. Lê belê hewl dan bi tenê bi qursan ser vê mijarê bigirin."
'PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ PÊŞÎ LI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ VEKIR'
Mulkiye Bîrtane da xuyakirin, ku wan di sala 2006'an de Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirinê ya zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ava kirine û bi taybetî ciwanan daxwazeke mezin a hînbûna zimanê dayikê li wan kirine. Bîrtane diyar kir, yekane tişta ciwanên hatin wê derê lê dipirsîn, pirsa 'çima dayik û bavê me zimanê Kurdî hînî me nekirine?' bû. Bîrtane destnîşan kir, ku ev yek ji bo ciwanan pêşketineke gelekî girîng e.
Bîrtane got, "Berê, ji ber ku dayik û bavên wan bi zimanê Tirkî nizanîbûn, fedî dikirin. Lê belê zarokên wê nifşê, niha ji ber ku bi Kurdî nizanin fedî dikin. Ev yek ne tenê bi ziman re eleqedar e. Vê yekê têkoşîna azadiyê jî bi pêş de bir. Di salên 2009-2010'an de li gelek bajar û navçeyan di bin navê KURDÎ-DER'ê de atolye hatin vekirin. Lê belê têrê nake, hînbûna zimanekî bi van atolyeyan nikare bigihêje astekê."
'SÎSTEMA KU DEWLET FERZ DIKE, LI PÎVANÊN PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ NAYÊ'
Bîrtane ragihand, eger astengî nehatibûya kirin wê îsal li zêdeyî 10 dibistanan dest bi perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê bikira û got, "Li Amed, Silopiya, Cizîr û gelek bajarên din dibistanên me hatin girtin. Niha dibinstan heta pola duyemîn a perwerdeyê dewam dike. Bi taybetî kreş tên vekirin, ku ev yek di nava şaredariyan de karekî qanûnî ye. Dewlet jî hewl dide vî karê we li hemberî hemû zor û zehmetiyan pêk anî ne, li qada navneteweyî ji bo bi kar bîne. Lê li aliyê din, dibistanên me bi zanebûn ji aliyê dewletê ve tên girtin. Tê gotin, 'Hûn dikarin di statuya taybet de dibistanan vekin' yan jî 'Li lîseyan hûn dikarin dersên Fen û Matematîkê bi Kurdî bidin'. Dibêjin, 'Li dibistanên seretayî dikare weke dersa tercîhê bimîne'. Dema ev hemû tê nirxandin, tê dîtin ku ji aiyê zanistî ve bi ti awayî li pîvanên bingehîn ên perwerdeya bi zimanê dayikê nayên.
Perwerdeya bi zimanê dayikê, piştî ku zarok ji dayik dibe di navbera 0-6 salî de weke pêşketina kesayetê derdikeve holê. Piştî 6 salî, dema beşa devkî ya ziman qediya, êdî beşa nivîskî û xwendinê destpê dike... Lê belê dewlet dibêje, piştî dibistanan seretayî dikare bibe dersa tercîhê. Yanî tê gotin, piştî ku zimanê fermî yê netewe dewletê hat hînbûn û zimanê dayikê hat jibîrkirin, hingî dikare weke dersên tercîhê bê xwendin. Ya ku em li dij derdikevin ev e. Di qanûnên wan de mafê perwedeya bi zimanê dayikê heye. Lê belê mîna her mijarê, di vê mijarê de jî guh nadin qanûnên xwe."
'DIVÊ MALBAT DI DESTPÊKÊ DE ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ HÎNÎ ZAROKÊN XWE BIKIN'
Bîrtane da xuyakirin, ku ew ê xebatên bi derfetên xwe dimeşînin heta dawiyê bidomînin û bibîr xist, perwerdeya bi zimanê dayikê mafek e. Bîrtane diyar kir, ti qanûn û dewlet nikarin pêşî li vî mafî bigirin û got, "Di Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê de tê gotin, mafê her zarokî ye perwerdeya bi zimanê dayikê bibîne, lê belê zimanê perwerdeyê Tirkî ye. Bi 'lê belê' re pêşî li her tiştî tê girtin. Ji ber vê yekê, têkoşîn jî bi zor û zehmetî tê meşandin. Perwerdeya gel di vî warî gelekî girîng e. Li şûna nêrîna 'bila bi zimanê Tirkî hîn bibe, ji xwe diçe dibistanê. Piştre eger xwest, dikare bi Kurdî hîn bibe' divê malbat bêje 'Bila bi zimanê dayikê hîn bibe, ji xwe wê Tirkî li dibistanê hîn bibe'."
Bîrtane herî dawî bang li malbatan kir, ku li cihê lê ye daxwaza vekirina kreşê li şaredariyan bikin.