Lojîstîk û çete ji vê derê derbasî Cerablûsê tên kirin!
Bi nêzîkbûna rizgariya Minbicê re, li hemberî operasyoneke gengaz a li Cerablûsê, bi çavdêrî û pêşengiya polîsên Tirk ji Tesîsên Mîrkelam ên li Bêrecûkê lojîstîk û çete derbasî Cerablûsê tên kirin.
FERAT BOTAN
RIHA
sêşem, 9 gelawêjê 2016, 09:10
AKP/Qesr bi polîtîkayên xwe yên dijminatiyê li Kurdan dike re, hem yekser hem jî bi rengekî neyekser êrîşî destketiyên Kurdan dike. Rejîma AKP/Qesrê di vê çarçoveyê de timî êrîşî gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê dike. Qîma xwe bi van êrîşan jî nîne û bi rengekî vekirî destekê dide çeteyên DAIŞ'ê, ku dijminatiyê li mirovahiyê dikin.
Bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Minbicê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re, rejîma AKP/Qesrê ji bo desteka endam û lojîstîkê di ser navçeyên Karkamiş û Nîzîp ên Dîlokê û navçeya Bêrecûk a Rihayê bişîne ji çeteyên li Cerablûsê, seferber bûye. Rejîma AKP/Qesrê bi vî rengî hewl dide hebûna çeteyên DAIŞ'ê biparêze, ketina Minbicê dereng bixîne û li hemberî operasyoneke gengaz a QSD'ê ya li dijî Cerablûsê bisekine.
ÇAVKANIYA JIYANÊ YA ÇETEYÊN LI CERABLÛSÊ: TESÎSÊN MÎRKELAM ÊN LI BÊRECÛKÊ
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, Tesîsên Mîrkelam ên li taxa Karşiyaka ya navçeya Riha Bêrecûkê, ji bo bicihbûna çeteyan û derbaskirina lojîstîk û endamên çete ji bo bajarê Cerablûsê weke biryargehekê tê bikaranîn. Li van tesîsên li qiraxa Çemê Firatê, kesên bi şekil û tîpa DAIŞ'iyan tê dîtin, ku ev yek jî radixe pêş çavan bê ev der ji bo çi tê bikaranîn. Li pêşiya Tesîên Mîrkelam ê li ber pira Bêrecûkê ya li ser Çemê Firatê ye, nuqteyeke polîsan hatiye çêkirin û bi vê benda polîsan re endamên çete û lojîstîk tên derbaskirin. Li kêleka Tesîsên Mîrkelamê stasyoneke petrolê heye. Muşteriyên li vê stasyona petrolê sotemeniyê ji wesayîtên xwe re dikirin, gelek caran dîtin ku Tesîsên Mîrkelamê weke biryargehê hatine bikaranîn. Ev yek îspateke din e ku nîşan dide, rejîma AKP/Qesrê bi kontrolî destekê dide DAIŞ'ê.
TESÎSÊN MÎRKELAM JI BO LOJÎSTÎK Û ENDAMÊN ÇETEYAN TÊN BIKARANÎN
Kesekî nexwest navê xwe eşkere bike got, dewam wî sotemenî ji vê stasyona petrolê dikirî, dîtiye ku 8-10 kesên riya wan dirêj bi eskortiya maşînên zirxî yên bi tîpa akrep, ji Tesîsên Mîrkelamê derbasî ser sînor hatine kirin. Da zanîn, ku ev kesên ji aliyê bakur ê Tesîsên Mîrkelam ve derbas bûn, çeteyên DAIŞ'ê ne û bi pêşengiya polîsan derbasî aliyê Cerablûsê hatine kirin. Heman çavkanî diyar kir, gelek tedbîrên polîsî hatine girtin.
TESÎSÊN MAHMÛT MÎRKELAM JI BO DAIŞ'Ê HAT AMADEKIRIN
Xwediyê Tesîsên Mîrkelam, karsaz Aydin Mîrkelam û kurê wî Mahmût Mîrkelam e. Têkiliya van her du kesan bi dewletê û AKP/Qesrê, ji aliyê xwecihiyên li Riha û Dîlokê baş tê zanîn. Çavkaniyên herêmî didin zanîn ku Aydin Mîrkelam wextekê bi rêxistinbûyînên tarî yên weke dewleta kûr û JÎTEM'ê re xebitiye.
DI NAVBERA KARKAMIŞ Û ÇEMÊ FIRATÊ DE DERIYÊ REVÊ YÊ VEŞARTÎ
Di nava raya giştî de gelek caran cih girt, ku di navbear sînorê Riha û Dîlokê de alîkariya lojîstîk û çeteyên DAIŞ'ê derbasî Cerablûsê hatine kirin. Wekî din, li aliyê Çemê Firatê yê deriyê sînor ê navbera navçeya Karkamiş a Dîlokê û Ceablûsê, ji bo derbaskirina çeteyan û alîkariya lojîstîkî, deriyekî veşartî hatiye çêkirin. Rejîma AKP/Qesrê ku ji bo pêşî li pêşveçûna hêzên Kurd bigire bi rengekî vekirî destekê dide çeteyên DAIŞ'ê, xeta sînor pêşkêşî çeteyên dijminê mirovahiyê dike.