Li Zanîngeha Eren ya Bedlîse ji bo grevên birçîbûnê çalakî

Li Zanîngeha Eren ya Bedlîse ji bo grevên birçîbûnê çalakî

Li Zanîngeha Eren ya Bedlîsê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dane destpêkirin, meşek pêkanîn. Çalakiyên piştigirî û balkişandinê yên li ser çalakiya birçîbûnê ya di roja 65’an de didomin.

Meşa ku îro li ber Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Eren ya Bedlîsê di demjimêr 13.30’an de banga xwedî derketin li çalakiyên birçîbûn, girtî û daxwazên wan hate kirin. Di çalakiya ku bal kişande ser helwesta dewletê jî sloganên “Berxwedan jiyane”, “Bijî Berxwedana zindanan”, “Dê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe”, “Ger mirov bî li hember mirinê bêdeng nemîne”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin qêrîn. Bi dehan xwendekarên zanîngehê tevlî meşê bûn.