Li Yemenê Hûsiyan hikûmet îlan kir

Li Yemen a ku di encama hewldanên bidawîkirina şerên navxweyî Hûsiyên Şîî û komên muxalîf ên bi serokê berê yê dewletê ve girêdayî hikûmetekî defakto yê ku welat rêvebibin îlan kir.

Hûsî û komên ku gêrêdayî Serokê berê yê dewletê Alî Abdullah Salah ku paytext Sanaa jî di nav de gelek bajêrên welat xistin di destê xwe de, di bin navê ‘Konseya Hikûmetê’ de yekîneyekî rêveberiyekî nû pêk anî. Wê endamên konseya nû, îro bên eşkere kirin. Biyarên ku hatin girtin tevî ku ji beriya niha ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve hatibûn hişyarkirin jî kete meryetê.

Di konseyê de li gel milîsên Hûsî jî endamên Konseya Gel a Giştî yên girêdayî Alî Abdullah Saleh jî cih digirin.

Nûerên Taybet ê NY Îsmalîl Oldû Şeyh Amed tevî hişyarî û li gorî qanûna bi benda 2216 a MY’yê îxlal dike ya têkildarî biyrarên avakirina hikûmeta ku di 28’ê Tîrmehê de ji aliyê Hûsî û Konseya Gel a Giştî ve hatibû ragihandibûn daxuyaniyek dabû.

Hûsiyan piştî ragihandina avakirina hikûmeta nû ya di 28’ê Tîrmehê de avakirî û şûn de heyet Kûvet a girêdayî Mansûrê terikandibûn. Eger ku heta sibehê çareserî ji pirsgirêkan re neyê dîtin wê mûzakere bi dawî bibin.

Şerê hîndirîn ê ku sala borî Siûdî Erebîstan û welatên Kendavê jî ketibûn di nav de heta vê gave 6 hezar 400 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane, nêzî 3 milyon kes jî ji warên xwe derketine.