Li Xarpêtê 4 kes hatin girtin
Li Xarpêtê ji 6 kesên ku hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin.
Li Xarpêtê ji 6 kesên ku hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin.
Di serdegirtinên malan ên li Xarpêtê hevseroka DBP’ê yê Xarpêtê Aynûr Akgunduz, Yûnûs Kaval, Aral Yilmaz, Mehmet Sidik Çelîk, Erhan Guneş û Sorgul Demîrt piştî karûbarên wan ên li Emniyetê û şûn de sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya “Endamên rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 6 kesên ku hatibûn binçavkirin Kaval, Yilmaz, Çelîk û Guneş hatin girtin. Hevseroka DBP’ê Akgunduz û Demîr di nava hefteyê de 3 rojan îmza bike bi şertê “Serbestiya kontrlî” hate beran.
Nûçegihan Mehemt guleş ê ku rewşa 6 kesên ku 4 jê girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Xarpêtê dişopand piştî ku polîsan nasnameya we kontrol kir û şûn de binçavkir. Hat diyarkirin ku ji ber dozekî berê ya têkildarî Guleş wê îfade bide. Piştî ku bi saetan Guleş li edliyeyê ma û şûn de şandin Midûryeta Emniyetê a bajêr.