Li xaniyên tîmên taybet ketibûn hundir teqînê rû da: Mirî û birîndar hene

Li navçeya Bahçelîvler a Şirnexê, du xaniyên ku hêzên dewletê ji xwe re kiribûn biryargeh ji aliyê endamên YPS/YPS Jinê ve hatin teqandin. Xanî bûn xirbe û tê gotin gelek tîmên taybet tê de mirin e.

Li Şirnexê, êrîşên qirkirinê yên di bin navê "qedexeya derketina derve" de roja 14'ê Adarê li dijî daxwaza xwerêveberiyê ya gel destpê kirin, di roja 51. de ne. Li bajêr şerekî dijwar diqewime. Duh bi şev li taxa Bahçelîevlerê 15 tîmên taybet ketin hundirê 2 xaniyên li herêma navbera mala polîsan û mala sersaxiyê û xwestin vê derê ji xwe re bikin biryargeh.

Di vê kêliyê de, endamên YPS/YPS Jinê her du xanî teqandin. Beşeke mezin a her du avahiyan xera bû. Hat hînbûn gelek tîmên taybet di binê xirbeyê avahiyan de man e.

Cenaze û birîndarên tîmên taybet ên Tirk, piştî şerê heta derengiya şevê dewam kir bi ambûlansan ahtin rakirin. Ji nava tîmên taybet ên hatin cenazeyan rakin, di vî şerî de gelek birîndar bûn.

MIRÎ Û BIRÎNDAR RAKIRIN NEXWEŞXANEYA LEŞKERÎ

Mirî û birîndar bi ambûlansanr akirin nexweşxaneya leşkerî ya li 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor.

Li gorî agahiyên ji welatiyên li taxê dijîn hatin wergirtin, herî kêm 10 tîmên taybet di binê xirbe de man e û mirin e. Her wiha gelek ji wan birîndar bûne.

Hêzên dewleta Tirk, piştî rakirina cenazeyên xwe, vekişiyan pozîsyona xwe ya berê û heta ber destê sibehê bi tank û obusan bombe li taxa Bahçelîevlerê barandin.

ŞER GIRAN E

Danê sibehê jî li hemberî taxên Îsmetpaşa, Yenîmahalle û Cûmhûriyetê êrîşên dijwar hatin destpêkirin. Li derdora van taxên tên bombekirin, di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. Şer di vê kêliyê de li meydana Cûmhûriyetê ya li navenda bajêr dewam dike.

Helîkopter û balafirên keşfê yên bêmirov jî heta danê sibehê li ser bajêr û herêmên bejahî geriyan.

Li aliyê din polîtîkaya dewletê ya hilweşandina bajêr dewam dike. Li taxên Dîcle û Yeşîlyûrtê, tîmên taybet ên dewleta Tirk li kolanên xwe gihandine, gelek xanî û kargeh xera kirin.