Li Wargehê ji bo gêrîla Nêrgiz û Cûdî mewlûd hate dayîn

Li Wargehê ji bo gêrîla Nêrgiz û Cûdî mewlûd hate dayîn

Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem (Mexmûr), Meclîsa Îştar, Saziya Komalên Ciwan û hemû xebatkar û şêniyên wargehê çûn serdana malbata Fermandara HPG'ê Nêrgiz Cizîr û Cûdî Zorava, di heman rojê de ji bo Fermandar Nêrgiz û Gêrîla Cûdî Zorava mewlûd hat dayîn.

Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem, Meclîsa Îştar, Saziya Komalên Ciwan û hemû xebatkar û şêniyên wargehê serdana malbata Fermandara HPG'ê Nêrgiz Cizîr û Cûdî Zorava kirin. Fermandar Nêrgîz Cizîr di 1-6'ê mijdarê de li Çiyayê Kato yê girêdayî navçeya Elka Şirnexê di encama operasyona artêşa Tirk de bi 3 hevalên xwe jiyana re xwe ji dest dabû û Gêrîla Cûdî Zorava di operasyona li hemberî herêma Cûdî hatibû lidarxistin de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû.

Di heman rojê de ji bo Fermandara HPG'ê Nêrgiz û Gêrîla Cûdî Zorava mewlûd hat dayîn. Di serdanê de bavê Fermandara Gêrîla Nêrgiz Cizîr Mela Resûl û xizmê Gêrîla Cûdî Zorava Akîf Ebdurrehman axivîn. Akîf Ebdurrehman ku ji bo serdanê spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Em destpêkê hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em berxwedêrên zîndanan silav dikin. Civakeke weke gelê Kurd bi taybet ku li erdnîgariyeke weke Kurdistan dijî, hêza ku dikarin nûnertî, lehengî û pêşengiyê ji vê dozê re bikin nîşanî tevayî cîhanê dane. Mirov dikare bêje ku şehîdên me li ser vê erdnîgariyê û di nava vê civakê de derketine."

Akîf Ebdurrehman axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji bo em karibin bersiva herî rast bidin vî gelî, divê em di mala xwe de nerawestin, em ji bo têkoşina azadiya gelê Kurd berxwedanê bilind bikin. Ya ji bo me girîng û esas xwedîderketina li şopa şehîdane. Weke tê zanîn bi hezaran hevalên me di zîndanan de ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd berxwedanê didin meşandin. Ev 63 rojin hevalên me li ber xwe didin, goştê laşê wan her roja diçe dihele. Jixwe em nizanin Rêberê me di çi rewşê de ye, dewlet bi hinceta keştî xerabe ye nahêlin parêzer û malbat pêre hevdîtinan çêbikin."

Piştî axaftina Akîf Ebdurehman, Dayîka Fermandar Nergîz Cizîr helbest ji bo keça xwe xwend û rê li ber kêliyên hestyar vekir, sînevizyona ku ji bo Fermandara Gêrîla Nêrgiz Cizîr hatibû amadekirin hate nîşandan. Mewlûd bi dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.