Li Wargeha Şehîd Rûstem greva birçîbûnê hate destpêkirin

Li Wargeha Şehîd Rûstem greva birçîbûnê hate destpêkirin

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem ji bo piştgirî dayîn greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ku 65 rojin di greva birçîbûnê de ne, gelê wargehê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir. Koma destpêkê bi 40 kesan destpê kir.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem di demjimêr 08:00'an de li Navenda Çand û Hunerê ya Wargehê ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li girtîgehên Tirk ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina astengiyên pêşiya zimanê zikmakî dest bi çalakiya birçîbûnê kirine û di roja 65’an de didome, gelê wargehê jî dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir.

Koma yekemîn ya greva birçîbûnê bi 40 kesan destpê kir. Her kom piştî sê rojan wê çalakiyê dewrî koma piştî xwe bike. Li ser navê Meclîsa Gel ya Demokratîk Nûran Sezgîn got ku, ew despêkê çalakiya birçîbûnê silav dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hevalên me ev 65 rojin di çalakiya birçibûnê de bedena xwe dane ber mirinê. Dijminê ku tu car mirovatî nas nekiriye niha tê li ser ruhê ku ew qas şirîn henekan dike û dibêje, 'Ew ne ji bo mafê xwe ji bo kêfê bikin ketine greva birçîbûnê. Em weke gelê wargehê helwesta AKP'ê ya şaş lanet dikin û dibêjin, 'Bila êdî çavên xwe veke.'"

Piştî axaftina endama Meclîsa Gel ya Demokratîk Nûran Sezgîn bi dawî bû Şaredarê Wargehê Ehmed Ozer axivî û wiha got: "Ez çalakiya berxwederên zîndanan silav dikim. Kesên ji bo nasnameya xwe, ji bo civaka xwe, ji bo welatê xwe canê xwe bidin, ew herî bi rûmet û pîrozin, ji ber tu tiştek ji canê mirov şirîntir tune ye." Ozer wiha domand: "Ev 65 rojin hevalê me bedena xwe dane ber mirinê û êdî bedena wan dihele, her kêliya diçe hevalên me ber bi mirinê ve diçin. Ev hevalên me ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd têkoşînê bilind dikin. Dewleta Tirk û hukûmeta AKP'e bila dest ji polîtikayên xwe yên çewt berde û bila êdî guh bidin dengê mirovahiyê. Em bang li hemû gelê Kurd û gelên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya berxwedêrên zîndanan."

Ozer axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ger em têkoşînê nedîn, berdêlên ku me dane wê tev vala biçin. Li ser vê bingehê em dibêjin, serketin û azadî ya gelê Kurde."