Îro di demjimêrên sibehê de li Wan û navçeyên wê di serdegirtinên malan yên hemwext de 20 kes hatin binçavkirin.
Linavçeyên Bêgir, Erdîş û Ebexê yên Wanê îro di demjimêrên sibehê de bi fermana Dozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet ya Wanê di serdegirtinên malan yên hemwext de 20 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinê malan de endamên Meclîsa Şaredariya Bêgirê Bahatîn Sayan û Songul Akbûlût hatin binçavkirin. Li Ebexê jî Îbrahîm Atabayê ku kurê wî sala borî ji aliyê leşkeran ve hatî înfazkirin û Nûnerê MEYA-DER’a navçeyê Gafûr Atabay hatin binçavkirin. Di heman demjimêran de di serdegirtinên li Erdîşê jî Şevket Ûlûgana, Rêveberê KURDÎ-DER’ê Necmedîn Açik, Nûnerê MEYA-DER’a Erdîşê Zekî Îşcan, Serokê berê yê BDP’a bajarokê Çelebîbagê Mehmet Gurbuz, Serokê BDP’a Erdîşê Mehmet Sidik Geçer, endamê KCD Abdureman Çagan, Rêveberê Navçeya KURDÎ-DER’ê Omer Sayiner, endamê KCD Cevdet Avci, Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê Cevdet Zîlanli, Nûnerê TUYAT-DER’ê yê Erdîşê Fevzî Can, endamê Meclîsa Şaredariyê Mahmût Çelebî, Rêveberê berê yê BDP’a navçeyê Abdullah Akin, esnaf Nevzat Zîlanli li gel Sadik Îş û Bahatîn Gezer her wiha kesekî ku navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin.
20 kesên ku hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan ya Wanê.