Li Wanê polîsan êrîşî girseyê kir

Li Wanê polîsan êrîşî girseyê kir

Polîsên AKP’ê bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî girseya ku piştî mitînga Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahettîn Demîrtaş jî tevlîbûyî, dest bi meşê kirin, kir. Di êrîşa polîsan de endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP’ê Necla Yildirim birîndar bû.

Di mitînga ku li Wanê ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk hate li darxistin nêzî 10 hezar kes tevlîbûn. Piştî mitînga ku Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahettîn Demîrtaş jî tevlîbûyî girseya ku dest bi meşê kir, polîsên AKP’ê bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kir. Di encama êrîşa faşîzan de endama Lijneya Rêveberiya Navendî Necla Yildirim birîndar bû.