Li Wanê kesek hate înfazkirin

Çeteyên Qesrê li Taxa Xaçort a Wanê bi ser malekê de girtin û kesekî navê wî nehate zanîn li ber çavên zarokî wî înfaz kirin.

Çeteyên Qesrê li Taxa Xaçort a Wanê bi ser malekê de girtin û kesekî navê wî nehate zanîn li ber çavên zarokî wî înfaz kirin.

Çeteyên Qesrê yên bi ser mala Adîl Gur a li Kolana 15’emîn a li Taxa Xaçorta navçeya Îpekyolû ya Wanê de girtin, kesekî navê wî nehate zanîn înfaz kirin. Tîmên taybet ên xwediyê malê Adîl Gur û Kevser Gul li erdê dirêj kirin, hate diyarkirin k udu gule li lingê Adîl Gur xistine, bi levyeyê jî tiliya mezin a lingê rastê ya Kevser Gul a ku ji laşê xwe astengdar e, jêkirine.

Zarokê di temenê biçûk ê Adîl Gur, D. Gur wiha got: “Bi carekê ketin malê. Piştî yek li ber çavên me kuştin, bavê min avêtin erdê û 2 gule li lingan xistin. Bi levyeyê li lingê Kevser Gur xistin û tiliya wê ya mezin jêkirin.”

Adîl Gur û Kevser Gur bi birîndarî hatin binçavkirin, Mazlûm Gur, Abdî Gur, Dilbirîn Karabey jî bi awayekî xirab derb kirin û binçav kirin.