Li Wanê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê çalakî
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayina grevên birçîbûnê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayina grevên birçîbûnê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayina grevên birçîbûnê li Parka Sanatê bi tevlîbûna Hevserokê HDP’a Wanê Yakûp Ataş, Hevserokên DBP’a Wanê Sevînç Şeker, Mûrat Sarisaç, wekîlên HDP’ê Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan, nûnerên saziyên civaka sivîl, Aktîvîstên KJA, Dayikên Aştiyê û gelek kesan daxuyaniyek çapemeniyê da.
Hevserokê DBP’a Navçeya Îpekyolû Hazim Harmanci daxuyaniya çapemeniyê da, got; “Polîtîkayên înkar û îmhayê bi tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, dagirkirina Cerablûsê ya li Rojava û bi tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyan didome.”
AKP’Ê BI TECRÎDÊ BERSIV DAYE HEWLDANÊN AŞTIYÊ
Harmanci di berdewama axaftina xwe de got, “hikûmeta AKP’ê bi tecrîda şidandî ve bersiv daye hewldanên aştiyê yên Birêz Ocalan” û wiha dewam kir: “Em têkîldarî tenduristiya Birêz Ocalan ti tiştekî nizanin. Her çiqasî hikûmeta daxuyaniyan bide jî pêşîgirtina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re fikaran di gel de çêdike.”
Harmanci bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku bêdem-bêdorveger li Amedê hatiye destpêkirin, wiha dewam kir; “Heta agahî ji Birêz Ocalan bê girtin, wê çalakiyên me bi berfirehî bidomin. Hikûmeta AKP’ê çawa rast nêzî pêvajoya ku Birêz Ocalan da destpêkirin nebû, her wiha bi êrîşên li dijî Rojava jî careke din niyeta xwe ya rast daniye holê. “
‘EM LI DOR GREVA BIRÇÎBÛNÊ KOM BIBIN’
Harmanci di dewama axaftina xwe de ev bang kir: “Em li dor Birêz Ocalan û grevên birçîbûnê kom bibin, di serî de Tirkiye em bang li gelên herêmê dikin ku rêyek çareseriya siyasî destek bikin û di vê mijarê de wezîfeyên xwe bi cih bînin.”