Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
Li gel Hevseroka MEYA-DER’ê Nerîman Urar û Cîgirê Hevşaredarê Şaxê jî gelek kes hatin binçavkirin.
Li gel Hevseroka MEYA-DER’ê Nerîman Urar û Cîgirê Hevşaredarê Şaxê jî gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsên Qesrê duh li navçeya Şaxê ya Wanê piştî kesên bi navê Metîn Cebe û Enver Şîpal binçav kirin, di saetên sibehê de serdegirtina malan domandin, Cîgirê Hevşaredarê Şaxê Turgut Babur jî binçav kirin.
Her wiha di saetên serê sibehê de çeteyên Qesrê li navenda bajêr serdagirtina malan domandin. Dema bi ser mala Hevseroka MEYA-DER’ê Nerîman Urar de girtin û ew binçav kirin, pê re gelek kesên navên wan nehat zanîn jî binçav kirin.
Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.