Li Wanê bayê HDP’ê
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên hilbijartinan bênavber didomîne. Li taxan civînên gel û ziyaretên esnafan pêk tînin, ji gel eleqeyek mezin dibînin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên hilbijartinan bênavber didomîne. Li taxan civînên gel û ziyaretên esnafan pêk tînin, ji gel eleqeyek mezin dibînin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên hilbijartinan bênavber didomîne. Li taxan civînên gel û ziyaretên esnafan pêk tînin, ji gel eleqeyek mezin dibînin.
ARTEMÊTAN
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer bi gelê navçeya Ertemêtan re hat gel hev. Di çerçoveya Xebatên Hilbijartinan de heyeta HDP’ê li taxên Elmalik, Şabaniye û Suphan ên girêdayî navçeya Ertemêtanê çûn cem gel û ji gel bertekên erênî dîtin.
'WÊ ERDOGAN DI 1’Ê MIJDARÊ DE POŞMAN BIBE'
Hezer di civînan de axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP îradeya gel tine dihesibîne û hewl dide ku gel jî tine bike.
Heyeta HDP’ê derî bi derî, mal bi mal li Taxa Elmalik geriya û pirsgirêkên gel guhdar kirin.
ERDÎŞ
Namzetên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan û Yelîz Zozan Yildirim jî xebatên xwe yên hilbijartinan li Erdîşê domandin. Botan û Yildirim li navçeyê bi gel re hatin gel hev, ji gel re behsa girîngiya hilbijartinên 1’ê Mijdarê kirin. Gel jî aşkere kir ku wê piştgiriyê bidin HDP’ê.
LI PÊŞIYA AVAHIYA EMNIYETÊ DAXUYANÎ
Piştî ziyaretên xwe, danê êvarî Botan û Yildirim ji bo Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Şevket Ûlûgana, Endamê Meclîsa Şaredariya Erdîşê Mecît Sargût û Mûstafa Akyuz ku di serdegirtinên polîsan de hatibûn binçavkirin, çûn Midûriyeta Emniyetê. Namzetan li vir bi Midûrê Emniyeta Navçeyê hevdîtin kirin, li pêşiya avahiya Emniyetê daxuyanî dan. Botan got: “AKP’e bi girtina xebatkarên me ve nikare serî li me bitewîne.”
ŞAX
HDP’ê li navçeya Şaxê xebatên xwe yên hilbijartinê bi civîna gel û ziyareta esnafan ve domand.
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Remzî Ozgokçe, Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartû, Evîn Kewe, rêveberiyên navçeyê yên HDP-DBP’ê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes tevlî civînên gel ên li taxên Ting (Buyukagaç) û Ezdînan (Konalga) bûn. Bartû di civîna gel a li mala taziyeyê ya li Taxa Ezdînan axivî û wiha got: “ Meseleyên me ne yên rojekê ne an jî ne şarederî ne, mesele ew e ku li hemberî gelê Kurd zilm heye…”
'DERIYÊ MECLÎSÊ GIRTIN Û ŞER DAN DESTPÊKIRIN!'
Herî dawî Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Remzî Ozgokçe axivî û destnîşan kir ku deriyê meclîsê girtin û şer dan destpêkirin.
ÎPEKYOLU
Namzetê HDP’ê yê Wanê Lokman Ergun xebatên hilbijartinan bi ziyareta esnafan ên li Pasaja Japon ve domand. Ergun bi esnaf û gel re sohbet kir.