Li Wanê 20 kes sewqî edliyeyê kirin

Li Wanê 20 kes sewqî edliyeyê kirin

Di serdegirtinên malan yên li navçeyên Erdîş, Ebex û Bêgira Wanê de ku 20 kesên di nav de rêvberên BDP’ê û endamên meclîsa şaredariyan jî heyîn sewqî edliyeyê kirin.

Di serdegirtinên 15’ê Gulanê yên bi fermana Dozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet ya Wanê pêkhatin, li navçeya Bêgirê endamê Meclîsa Şaredariyê Bahatîn Sayan û Songul Akbûlût, li Ebexê bavê Îbrahîm Atabay yê sala borî kurê wî ji aliyê leşkeran ve hatî qetil kirin û Nûnerê MEYA-DER’a navçeyê Gafûr Atabay û li Erdîşê jî Serokê Bajaroka Çelebibagê Nûrî Tûnç, rêveberê berê yê BDP’ê Şevket Ûlûgana, Rêveberê KURDÎ-DER’ê Necmedîn Açik, Nûnerê MEYA-DER’a Erdîşê Zekî Îşcan, Serokê berê yê Bajaroka Çelebibagê Mehmet Gurbuz, Serokê BDP’a Erdîşê Mehmet Sidik Geçer, endamê KCD Abdurehman Çagan, Rêveberê KURDÎ-DER’a navçeyê Omer Sayiner, endamê KCD Cevdet Avci, Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê Cevdet Zîlanli, Nûnerê TUYAD-DER’a Erdîşê Fevzî Can, endamê Meclîsa Şaredariyê Mahmût Çelebî, Rêveberê berê yê BDP’a Navçeyê Abdullah Akin, esnaf Newzat Zîlanli û Sadik Îş, her wiha Bahatîn Gezer û kesekî ku navê wî nehate zanîn, piştî karûbarên li emniyetê qediyan sewqî dozgeriyê kirin.

20 kesên binçavkirî di bin ewlekariyên mezin de anîn Girtîgeha Tîpa M ya Wanê ku weke edliye bikartînin. Her wiha hemwelatiyên ku li ber edliyeyê kombûyîn siloganên “Pêkutî me bêzar nakin” avêtin. Polîsan girseya silogan di avêtin ji baxçeyê girtîgehê dûrxistin, li aliyê din jî îfade girtina binçavkiriyan destpê kir.